Fermanderkî payebilind ê Hizbullahê hate kuştin

Li gor gelek rapor û çavkaniyan, di êrişeke Îsraîlê li dijî başûrê Lubnanê de fermanderkî payebilind a hêza El Ridwan a Hizbullahê hatiye kuştin.

Fermanderkî payebilind ê Hizbullahê hate kuştin
8 ÇILE, 2024   15:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafireke bêmirov û biçek a Îsraîlê li bajarê Bin Cibêl ê başûrê Lubnanê erebeyek kiriye hedef. Li gor AFP`yê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyeke ewlehiyê, di êrişê de fermanderekî payebilind ê Hizbullahê hatiye kuştin. 

Ajansa nûçeyan a El Wataniye jî destnîşan kir ku di êrişê de, birîndar jî hene û agir bi erebeyê ketiye.

AFP`yê da zanîn ku fermandarê di êrişa Îsraîlê de hatiye kuştin"berpirsê odeya çalakiyan" a Hizbullahê li başûr e.

Her wiha Reutres`ê ku agahiyên xwe spartin 3 çavkaniyên ewlehiyê, di êrişa Îsraîlê de fermanderekî payebilind ê hêza El Ridwan a Hizbullahê Lubnanê ku bi navê Wîsam tê naskirin hatiye kuştin.

Li gor Reutresê, çavkaniyên ewlehiyê gotin "ev êriş gelek bi êş e û dê rewşê aloztir bike".

(şx)