Dewleta Îranê kolberek birîndar kir

Di encama gulebarana hêzên rejîma Îranê de kolberek Kurd bi giranî birîndar bû. Her wiha kolberek din jî ji kendal ket xwarê û bi giranî birîndar bû.

Dewleta Îranê kolberek birîndar kir
8 ÇILE, 2024   16:21
NAVENDA NÛÇEYAN

 Li gor nûçeyên di medyaya Rojhilatê Kurdistanê hatine belavkirin, li sinorê Hengejal a ser bi bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê, di dencam gulebarana hêzên rejîma Îranê de kolberê Kurd ê bi navê Hîwa Mehmudî bi giranî birîndar bû.

Hat diyarkirin Hîwa Mehmudî rakirin nexweşxaneya Bane.

Li gor heman nûçeyê, kolberek din yê temen 50 salî li sînorê Sewlaway a nêzî Hewraman ji kendalekî ket xwarê û bi giranî birîndar bû.

Hat gotin kolberê ji ser û lingên xwe bi giranî birîndar bûyî, rakirin nexweşxaneya Sine.