Fermandariya Giştî ya QSDˈê: Em ê gelê xwe biparêzin

Fermandarê giştî yê QSDˈê Mazlûm Ebdî diyar kir ku geşedanên dawîn ên li Sûriyeyê tevgereke lezgîn a ji bo parastina sivîlan pêwîst dike û got "Em ê tevahî gelên herêmê biparêzin."

Fermandariya Giştî ya QSDˈê: Em ê gelê xwe biparêzin
6 kanûn, 2024   13:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) têkildaarî bûyerên dawîn daxuyaniyekê li bajarê Hesekê dide. Daxuyanî bi amadebûna fermandarê giştî yê QSDˈê Mazlûm Ebdî û fermandara YPJˈê Rohilat Efrîn tê dayîn.

Mazlûm Ebdî diyar kir ku tevgereke çeteyên DAIŞˈê çolistana Sûriyeyê (Badiye) heye û got: "Em ji gelê xwe yê li Reqa, Tebqa û Dêrazorê re dibêjin bila dilê we rehet be; QSD amade ye tevahî gelên herêmê biparêze. Em ji tevahî gelê herêmê dixwazin ku li dora QSDˈê kom bibin."

Ebdî da zanîn ku li Sûriyeyê geşedanên nû hene û hêzên hikumeta Şamê ji nişka ve hilweşiyane û wiha pê de çû: "Rewşa heyî ya li Sûriyeyê tevgereke bilez a ji bo parastina sivîlan û sepandina ewlehiya herêmên bakur û rojhilat neçar dike."

Mazlûm Ebdî got QSDˈê ji bo rizgarkirina sivîlên li gundewarên Helebê korîdoreke mirovî vekir û bi desteka Koalîsyona Navneteweyî beşeke mezin a niştecihan ji Til Rifet û Şehbayê derxistin û hewldanên wan ên derxistina şêniyên din hene.

Têkildarî taxên Kurdan ên li Helebê jî Mazlûm Ebdî diyar kir ku nêzî 250 hezar kes li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hene û di xetere û dorpêçê de ne û got: "Hêzên me yên xwecih ên ji xelkê taxê li wir hene. Ev hêz bi qehremanî gelê me diparêzin û heya vê demê jî di çeperên xwe de parastinê dikin. Em dixwazin pirsgirêka taxên Kurdan ên li Helebê bi rêya diyalogan a di çarçoveya ku xelkê me li wir bimîne û nasnameya xwe ya kurdî biparêze û li Heleba nû de cihê xwe bigire, were çareserkirin. Hewldanên me yên ji bo çareserkirina vê yekê jî hene."

Ebdî bal kişand ser  gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî kantona Minbicê û wiha domand "Li hemberî van gef û êrişan ev 4 sal e me tedbîrên xwe girtine. Hêza me ya parastinê têrê dike. Erka me parastina herêmê me. Em dixwazin bi rêya diyalogan pirsgirêkan bi Tirkiye re çareser bikin. Ji bo tesnyon dakeve hewldanên Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî hene."

Fermandarê Giştî yên QSDˈê der barê rewşa li bejahiya Reqa û Dêrazorê de jî diyar kir ku piştî vekişandina hêzên hikumeta Şamê tevgerên çeteyên DAIŞˈê li wir derketin û got: "Divê em herêmên Dêrazor, Tebqa û Reqa ji êrişên DAIŞˈê biparêzin. Li hemberî xetereya çeteyên DAIŞˈê li herêmê, hewldanên me bi Hêzên Koalîsyona Navneteweyî re hene."

Ebdî diyar kir ku geşedanên dawîn ên li Sûriyeyê çareseriyeke siyasî ya li gorî biryara navneteweyî ya 2254ˈan pêwîst dike.

Ebdî diyar kir ku ji bo taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî nîqaşên wan bi Heyet Tehrîr El Şam re hene û got: "Heya niha şer di navbera hêzên me û Heyet Tehrîr El Şam de çênebûye. Em dixwazin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji êrişan dûr bixin. "

Ebdî da zanîn ku têkildarî geşdanên dawîn de têkiliyên wan bi hemû aliyan re û Iraq jî di nav de hene.

Fermandara YPJˈê Rohilat Efrîn jî got, Tirkiye serkêşiya van êrişan dike û diyar kir ku YPJˈê dê parastina gel bidomîne, Hêza Parastina Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û Yekîneya Şehîd Avesta Xabûr û Yekîneya Şehîd Jiyan Tohildan li eniyên pêş in

Rohilat Efrîn anî ziman ew ê hemû hewldanan bikin heya şervanên êsîr ketine destê çeteyan rizgar bikin.

(bb)

ANHA