Partiyên siyasî ên Tirbesiyê piştgirî da seferberiya giştî

Partiyên siyasî yên li bajarê Tirbespiyê piştgirî da banga seferberiya giştî ya ku ji aliyê Rêveberiya Xweser û QSDˈê ve hatiye îlankirin.

Partiyên siyasî ên Tirbesiyê piştgirî da seferberiya giştî
6 kanûn, 2024   13:24
QAMIŞLO

Nûnerên partiyên siyasî yên Tirbespiyê li pêşiya navenda Kongra Star kom bûn û der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker de daxuyanî da.

Daxuyanî ji hêla endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ebdul El Rehîm ve bi zimanê erebî hate xwendin.

Di daxuyaniyê de bang hate kirin ku her kes tev li seferberiyê bibe, xwe berpisyar bibîne û parastina xaka xwe bike.

Daxuyanî wiha dom kir: “Careke din dewleta Tirk a dagirker bi rêya çeteyên xwe êriş kir û gelek cih dagir kirin. Li hember van êrişên ku bûn sedema koçberiyê, hikumeta Şamê berpisyar e.

Em wek partiyên siyasî tev li seferberiya ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk îlan kir, dibin. Em bang li gelê xwe dikin; werin em bi hev re mil bi mil li kêleka şervanên xwe yên QSD`ê bisekinin û rê li ber êriş û planên dewleta Tirk a dagirker bigirin.”

(ex)

ANHA