Fermandarekî Dêrazorê: Li dijî êrişan em pabendî parastina xelkê xwe ne

Fermandarekî Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê komên hikumeta Şamê ji domandina pêkanîna komkujiyan li dijî şêniyên Dêrazorê û herêmê hişyar kir û got: "Eger komên hikumeta Şamê tiştekî wiha dubare bike, em ê bersivên tund bidin."

Fermandarekî Dêrazorê: Li dijî êrişan em pabendî parastina xelkê xwe ne
15 tebax, 2024   03:35
DÊRAZOR
FATME EL EBID

Yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Reyan El Şenan diyar kir ku ji ber êrişên komên girêdayî hikumeta Şamê nexasim çekêdarn koma Dîfa El Wetenî, herêm di rewşeke bêîstîqrar de ye.

El Şenan destnîşan kir ku oprasyona ku Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê di 12ˊyê Tebaxê de li dijî 3 nuqteyên koma Dîfa El Wetenî ya girêdayî hikumeta Şamê li keviyê rojavayê çemê Firatê li dar xist, di encamê de 20 ji wan çekdaran hatin kuştin û hin jî birîndar bûn. Ev operasyona bersivê komkujiyên ku wan li gund û bajarokên Dêrazorê pêk anîne.

El Şenan komên hikumeta Şamê ji domandina pêkanîna komkujiyan li dijî gelê herêmê hişyar kir û got: "Eger komên hikumeta Şamê tiştekî wiha dubare bike, em ê bersivên tund bidin."

El Şenan destnîşan kir ku wan ji bo parastina destkeftiyên xwe çek hildaye û tu êriş li dijî tu kesî pêk neanine û got: "Rewşa ewlehî niha aram e, lê belê şêniyên eniya şer a ser bi herêmên hikumeta Şamê ve koçber dibin. Ji ber ku çekdar bi awayekî ketober hawn û obîsan diavêjin.. Ew çekên giran wek hawan 120 û topên 130 bi kar tînin."

El Şenan ji şêniyan re diyar kir ku ew ê parastina destkeftiyên ku bi fedakariya şehîdan hatine bidestxistin û têkbirina êrişên li dijî herêmê bidomînin û got: "Ew ê tedbîrên ewlehiyê li dijî her kesên hewl bide îstîqrara herêmê têk bibin, bigirin."

(mh)

ANHA