ˊÊrişên komên hikumeta Şamê terorê zindî dikinˊ

Siyasetmedar û endamê Partiya El Weten El Sûrî diyar kir ku êrişên koma Dîfa El Wetenî ya girêdayî hikumeta Şamê yên li dijî kantona Dêrazorê dihêlin teror vegere û ji bo çareserkirina krîzê diyalog çareseriya herî guncaw e.

ˊÊrişên komên hikumeta Şamê terorê zindî dikinˊ
15 tebax, 2024   06:25
NAVENDA NÛÇEYAN
YEHYA EL HEBÎB

Li hemberî êrişên komên girêdayî hikumeta Şamê yên li dijî herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, bertekên neyênî ji hêla gelê herêmê derketin.

Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Partiya El Weten El Sûrî Deham El Setam destnîşan kir ku ew êrişên hemwextî topbarana dewleta Tirk a dagirker bi armanca kûrkirina krîza Sûriyeyê û zehmetiyên gelê wî ne.

El Setam diyar kir ku ji van êrişan xuya ye hewl didin zextê li Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bikin ku ji Sûriyeyê vekişin. Ew yek hemwextî fişarên hevalbendên Îranê li dijî hêzên Amerîkayê bi destpêkirina şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de pêk tê.

El Setam destnîşan kir ku pêwist e hikumeta Şamê û hêzên wê dev ji hişmendiya ewlekarî û leşkerî berdin û bi mafên gelê Sûriyeyê îtîraf bikin, ji ber ku Sûriye êdî ne wek berî krîzê ye.

El Setam wiha domand: "Ji bo wê jî rêya tekane diyaloga bi Rêveberiya Xweser re ye. Ji ber ku Rêveberiya Xweser nûnera gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike."

El Setam da zanîn ku diyaloga navxweyî ya Sûriyeyê ya dûrî berjewendiyên derve dê yekitiyekê ji bo gelê Sûriyeyê ava bike û got: "Hevsengiyên navneteweyî yên heyî rê nade ku astengî bi dawî bibin. Ji ber wê jî di qonaxa bê de diyalog û hevgirtina di projeyên nîştimanî de pêwist in."

(mh)

ANHA