Faîk Gulpî: Peyama Ocalan ji bo rawestandina şerên li Rojhilata Navîn girîng e

Siyasetmedar Faîk Gulpî diyar kir ku banga Rêber Abdullah Ocalan ji bo rawestandina şerên li Rojhilata Navîn pir girîng e û hêvî kir ku ev bang li Tirkiye û Rojhilata Navîn civakeke demokratîk bi pêş ve bibe.

Faîk Gulpî: Peyama Ocalan ji bo rawestandina şerên li Rojhilata Navîn girîng e
9 tîrmeh, 2025   14:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Siyasetmedar Dr. Faîk Gulpî têkildarî banga Rêber Abdullah Ocalan a bidîmen a dîrokî ji ajansa me re axivî.

Gulpî kêfxweşiya xwe anî ziman ku piştî 26 salan dîmenên Rêber Abdullah Ocalan dîtine û got: “Îro birêz Ocalan li gel hevrêyên xwe bi rêya vîdeoyekê bi kurtî ji demokrat û azadîxwazên seranserê cîhanê re axivî.”

Faîk Gulpî der barê naveroka peyamê de jî got: "Naveroka peyamê girîng bû. Dibêje qonaxa hewldana netewedewletê û xebata çekdarî valahiya siyasî di nava civakê de çêdike, divê bi xebata demokratîk, qanûnî û aştîxwazî ev valahî were dagirtin.”

Gulpî her wiha da zanîn ku banga Rêber Abdullah Ocalan ji bo rawestandina şerên li Rojhilata Navîn pir girîng e û got: "Ev bang ji bo avê bi vî agirî de bike, helwesteke jîr û bihêz e. Divê her kes rêzê bide vê helwestê, piştgiriyê bike û ji bo serxistina wê hewl bide.”

Faik Gulpî di dawiyê de got: "Ez hêvîdar im aştî, demokrasî û civaka demokrat li Tirkiyeyê û herêma Rojhilata Navîn bi pêş ve biçe."