Welatiyên Qamişloyê: Piştî dîtina Rêbertî hêviyên me geş bûn

Şêniyên Qamişloyê piştî banga Rêber Abdullah Ocalan got “Piştî ew qas salên ku derbas bûn, cara yekê me Rêber Apo bi awayekî zindî dît. Dema me ew dît hêsir bi çavên me ketin.”

Welatiyên Qamişloyê: Piştî dîtina Rêbertî hêviyên me geş bûn
9 tîrmeh, 2025   14:07
QAMIŞLO
RÛŞAN EZEM

Îro Rêber Abdullah Ocalan di çarçovey Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bi rêya vîdeoyekê bangeke dîrokî kir. Şêniyên bajarê Qamişlo ku piştî 27 salan cara yekem e Rêber Abdullah Ocalan di tomareke vîdeoyê de dît, kêfxweşiya xwe anî ziman.

Zeyneb Hacî der barê mijarê de got: “Dîtina Rêber Abdullah Ocalan piştî 27 salan hesteke ku nayê gotin em girtin, kêfxweşî û  kelecanê ez girtim û hêsir bi çavên min ketin dema min lê temaşe kir. Ez pir kêfxweş bûm.”

Zeynebê wiha hêviyên xwe anîn ziman: "Çawa em li hêviya vê roja dîrokî bûn, em ê li hêviyê bin ku Rêber Apo rû bi rû jî bibînin. "

Şehnaz Mehmûd jî anî ziman ku piştî ew qas sal îro hemû gel bi coş û kêfxweşiyeke mezin li dîmenên Rêber Abdullah Ocalan temaşe kir û got: "Piştî salên dirêj cara yekemîn e ku em Rêber Apo bi dîmen dibînin.”

Şehnaz Mehmûd wiha dewam kir: “Dema min Rêber Apo li ser televîzyonê yekem car bi dîmen dît, hesteke ku nayê ser ziman, canê min girt. Min lê temaşe dikir û çavên min û hemû hevalên derdora min tijî hêsir bûn. Îro ji me re rojeke dîrokî û xweşiyê ye.”

Salih Omer jî der barê mijarê got: "Em bawer in ku piştî vê banga Rêber Abdullah Ocalan dê gelek gavên erênî û ber bi jiyeneke azad û demokrat ve werin avêtin. Piştî dîtina Rêber Apo hest û moralê min gelekî bilind bû û ez pir bi dîtina Rêber Apo kêfxweş bûm. Rastî rojeke ku nayê jibîrkirin, eşqa me jê re nayê texmînkirin, dema min Rêber Apo dît cara yekê tevzînok bi laşê min ket, êdî min nema dixwest ji ber televîzyonê rabim.”

(k)

ANHA