Ezher Ehmed: Demokratîkkirina Sûriyeyê rêya çareseriya domdar a krîzan e

Siyasetmedar Ezher Ehmed diyar kir ku demokratîkkirina Sûriyeyê dê bibe alîkar ji bo çareseriyek domdar ji bo hemû kirîzên wê. Ehmed ezmûnên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke nimûneyeke rastîn a demokratbûnê nîşan da.

Ezher Ehmed: Demokratîkkirina Sûriyeyê rêya çareseriya domdar a krîzan e
11 sibat, 2026   05:10
HESEKE
BOTAN HISÊN - HENAR ÎBRAHÎM

Di encama krîzên ku ji 15 salan zêdetir li Sûriyeyê berdwam dikin, ji ber pratîkên rejîmên otorîter ên ku ji bo birêvebirina welêt xwe dispêrin yek reng û yek zimanî, di navbera netewe, ol û kêmbeteweyên Sûriyeyê de nakokî derketine holê.

Li Sûriyeyê hewcedariya lezgîn a bi pergalek demokratîk heye, ji bo parastina maf û rûmeta civakên cihêreng ên ku di nav sînorên wê de dijîn.

Der barê vê mijarê endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê Ezher Ehmed diyar kir ku demokratîkkirina Sûriyeyê ji bo bidestxistina aramiyê hewcedaeiyeke bingehîn e, ji ber ku beşên civakî bi awayekî dîrokî mîna mozaîkekê bi hev re dijîn, lê peymanên weke Sykes-Picot, ku nexşeyê ji nû ve xêz kir, ev civak ji hev dûr xistin.

Ehmed diyar kir ku mirov nikare li ser bingeha neteweperestî, nîjadperestî, an mezhebî li Sûriyeyê binere, lê belê weke gelên ku bi hezaran salan li herêmê bi hev re dijîn. Ehmed destnîşan kir ku Kurdan di seranserê serdemên cûda de rolek pêşeng lîstine, çi di pêşengiya şoreşan de an jî di rêveberina Sûriyeyê de.

Ehmed di wê baweriyê de ye ku demokrasî ji bo civaka Sûriyeyê girîng e ji ber ku demokrasî hemû maf û rastiyên têkildarî jiyana welatiyan diparêze, rûmet û nirxên wan ên pîroz diparêze, û wekheviya wan diçesipîne.

Ehmed bal kişand ser ezmûna Rêveberiya Xweser, ku piştî zêdetirî 13 salan ji Şoreşa 19`ê Tîrmehê, karîbû rewa çandî, siyasî û dîrokî ya Sûriyeyê nas bike û li ser vê bingehê, karîbû wekheiya hemû pêkhateyên wê biparêze.

Ezher Ehmed da zanîn ku Şoreşa Rojava isbat kir Sûriyeyê nikare bi yek reng, al, pîvan an zimanî were rêvebirin. Her wiha diyar kir ku divê hemî beşên civakê hevdu qebûl bikin û têkiliyên wan li ser bingeha rêzgirtina hevbeş bin û got: "Divê her kes barê siberoja Sûriyeyê hilgire."

Ehme got divê hikûmeta demkî ji dersên dîroka Sûriyeyê fêr bibe û li gorî wê hişmendiya siyasî xurt bike, hêzên siyasî yên heyî nas bike û destûrek ku vê yekê garantî dike saz bike.

Ezher Ehmed di dawiyê de got cudahî nayê wateya nakokiyê, lê belê ew şêweyekî pêşketinê ye. Rêya rast a siberoja Sûeiyeyê ew ku hemû hêzên heyî werin naskirin û ji bo avakirina Sûriyeyek piralî, demokratîk û nenavendî, xebata hevbeş were kirin.

(k)

ANHA