Xwendekara ji komkujiyê xelas bûye: Ez ê parastina gelê xwe bikim

Xwendekara Zanîngeha Kobanê Fatma Mehmûd ji komkujiya Xirabişkê rizgar bûbû. Fatmayê got ew ê xwendina xwe bi dawî bike û parastina gelê xwe bike.

Xwendekara ji komkujiyê xelas bûye: Ez ê parastina gelê xwe bikim
Xwendekara ji komkujiyê xelas bûye: Ez ê parastina gelê xwe bikim
Xwendekara ji komkujiyê xelas bûye: Ez ê parastina gelê xwe bikim
Xwendekara ji komkujiyê xelas bûye: Ez ê parastina gelê xwe bikim
11 sibat, 2026   06:25
KOBANÊ
DICLE EHMED

25`ê Çileyê komên hikumeta demkî û çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker gund û warên Kobanê dan ber topan. Armanc ew bû ku komkujiyan pêk bînin. Gundê Xirabişkê topbaran dikin û di encamê de 5 sivîl şehîd bûn û 5 jî birîndar bûn. Fatma Hac Mehmûd di wê komkujiyê de birîndar dibe û her du lingên wê qut dibin. 

Fatma Mehmûd ji ajansa me re axivî û got: “Li Zanîngeha Kobanê min sala yekem beşa hiqûqê dixwend. Ez li bajarê Kobanê dijiyam. Wexta êriş li ser Kobanê dijwar bûn, min xwest ez vegerim gund gel malbata xwe. Dayîk û bavê min xwestin ku di şer de em nêzî hev bin û li gund bin. Topbaran gelekî dijwar bû û min nikarîbû derbasî gund bibim. Ez li gundê Xirab Işkê li gel xizmên xwe mam. Xelkê gund jî ji ber şer xwestin li gel hevbin û li her malekê du malbat diman.”

Fatma dibêje: “Her du lingê min qut bûne, rûwê min ji dûmanê dişewitî, min nikarîbû ez ji bin keviran derkevim, heyanî ji min hat min qîr kir û alîkarî xwest.”

Ne tenê lingên Fatmayê jê bûne, bi wê re 5 kes şehîd bûne û 4 jî birîndar bûne. Ew birîndar bûbûn û hîna gund dihat topbarankirin, heyanî roja dîtir ji gundiyan kesekî nikarîbû biçe hawara wan û wan ji bin xirabeyan derbixin. Roja dîtir piştî topbaran sivik dibe gundî xwe digihînin wan û her 5 birîndaran radikin nexweşxaneya Kobanê û cenazayên şehîdan jî di bin mala li ser serê wan rûxiyayî de dimînin. Fatmayê got: “Ev ne cara yekem e komkujî li ser gelê Kurd pêk tînin. Ew dîsa dixwazin gelê Kurd qir bikin.”

Fatma hêviyên xwe yên siberojê anîn ziman û got: “Ji ber dijmin êrişî zimanê me dike, ez ê xwendina xwe bi zimanê kurdî berdewam bikim. Piştî ez xeyalên xwe pêk bînim û bibim parêzer, ez ê parastina mafên gelê Kurd bikim.”

ANHA