Eşîrên Til Koçerê: Peyama Rêber Apo biratiya gelan xurt dike

Şêxên eşîran ên li bajarê Til Koçerê diyar kir ku peyama Rêber Abdullah Ocalan nêrîneke siyasî ya berfireh ji bo çareserkirina krîzên herêmê û xurtkirina biratiya gelan pêşkêş dike. Şêxên eşîran da zanîn ku eşîr û qebîleyên Ereb ji bo rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd dane û ew bi xwîna zarokên xwe ve girêdayî ne.

Eşîrên Til Koçerê: Peyama Rêber Apo biratiya gelan xurt dike
17 îlon, 2025   02:35
QAMIŞLO
ROHAT XELEF

Şêxên eşîrên Ereb ên li bajarê Til Koçerê yê kantona Cizîrê peyama ku Rêber Abdullah Ocalan ji rûspî û şêxên eşîran ên li Sûriyeyê re şandiye, bi dilxweşî pêşwazî kir.

Şêxê eşîra El Hedîdiye Xelid Himêdî El Riheyil, Rêber Abdullah Ocalan wek "Sembola aştiyê li Rojhilata Navîn" bi nav kir û destnîşan kir ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi salan e li gorî projeya biratiya gelan têne birêvebirin ku hemû pêkhate bi hev re dijîn. El Riheyil wiha got: “Peyama ku ji hêla Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye şandin, berdewamiya vê projeya demokratîk e.”

El Riheyil behsa fedakariyên mezin ên Hêzên Sûriyeya Demokratîk kir ku bi hezaran şehîd ji bo parastina hemû pêkhateyan û parastina yekitiya axa Sûriyeyê dane "bi vê ramanê, em dikarin Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî ava bikin ku hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê hembêz bike.”

Şêxê eşîra Me'amra, Ehmed Hemûd El Ehmed jî da zanîn ku peyama Rêber Abdullah Ocelan nêrîneke siyasî ya berfireh ji bo çareserkirina krîzên herêmê û xurtkirina biratiya gelan pêşkêş dike.

El Ehmed diyar ku eşîr û qebîleyên ereb ji bo rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd dane, û ew heta ku welatek demokratîk were bidestxistin, bi xwîna zarokên xwe ve girêdayî ne.

El Ehmed diyar kir ku nenavendî çareseriya herî guncaw e ji bo avakirina Sûriyayek nû, wekî ku Rêber Abdullah Ocalan di peyama xwe de pêşniyar kiriye.

El Ehmed axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Aştiya ku Rêber Abdullah Ocalan banga wê dike, aştiya wêrekan e û nêrîna wî ya çareseriyê hêjayî bawerî û piştgirtinê ye.”

(k)

ANHA