‘Felsefeya Rêber Apo jêdera aştiyê û hêza jinan e’

Şêniyên Dêrikê diyar kir ku ew ê tu carî dest ji azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bernedin û destnîşan kir ku felsefeya wî jêdera aştiyê û hêza jinan e.

‘Felsefeya Rêber Apo jêdera aştiyê û hêza jinan e’
17 îlon, 2025   06:40
QAMIŞLO
KELSÛMA ELÎ

 Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hêvî û daxwazên xwe ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî didomînin. 

Têkildarî mijarê welatiya bi navê Fatma Hacî ya ji bajarê Dêrikê da zanîn ew ê tu carî dest ji daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bernedin û wiha got: “Em azadiya Rêberê xwe dixwazin. Ne bi felsefeya Rêber Apo bûya, gelê Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê nikariya ev gavên mezin ên ber bi azadî û serkeftinê ve biavêtana.”

Jina ji heman bajarî Eyşê Izedîn jî bal kişand ser rola Rêber Abdullah Ocalan daye jinan û wiha axivî: “Jinan hêz û îradeya xwe ji fikrên Rêber Abdullah Ocalan wergirtine. Bi fikra wî jinan kesayeta xwe nas kir. Li dijî desthilatdariya mêran li ber xwe dan û qeydên zilmê şikandin.”

Silêman Ebdê jî li ser mijarê wiha axivî: “Rêber Abdullah Ocalan fikreke mirovî û pîroz pêşkêşî hemû cîhanê kiriye. Ez hêvî dikim di dema herî nêzîk de bikarim wî bibînim. Ew rêya rawestandina şer û aloziyên li Rojhilata Navîn e. Ji ber projeya wî xwe dispêre aştî, edalet û wekheviya di navbera hemû gelên herêmê de.”

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakî û daxwazên xwe ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bê navber didomînin.

(dc)

ANHA