Rojnamvan Rojbîn Deniz: Serhildana Jin, Jiyan, Azadî li nava tevahî civakê belav bû

Rojnamevan Rojbîn Deniz diyar kir ku Serhildana Jin, Jiyan, Azadî helwesta gel a li dijî rejîma Îranê bû û got jin û civakên ku li azadî û paradîgmayekê digeriyan, di felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ de paradîgmaya xwe dît.

Rojnamvan Rojbîn Deniz: Serhildana Jin, Jiyan, Azadî li nava tevahî civakê belav bû
17 îlon, 2025   03:45
HESEKÊ
BÊRÎVAN BEYAR/ BAZ MORDEM

Bi boneya salvegera 3’yemîn a qetilkirina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî ji aliyê "Polîsên Exlaq" ve û destpêkirina Serhildana Jin, Jiyan Azadî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, rojnamevan Rojbîn Deniz ji ajansa me re axivî.

Rojbîn Deniz di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser zextên rejîmên Îranê yên li ser civakê û jinan û got: “Piştî 1979’an li Îranê bi ’Şoreşa Îslamî’ re rejîma melayan dest pê kir. Destpêkê rejîma melayan di aliyê gel de hinekî hat qebûlkirin. Ji ber ku li Îranê rejîma Pehlewî ya desthilatdar li hember jin, ciwan û hemû civakê desthilatdariyeke kûr dimeşand. Gel jî li benda rejîmeke demokratîk bû. Piştî ku rejîma melayan bû desthilatdar, li ser civakê û bi taybetî jî li ser jinan zext tûnd kirin. Lê di dîroka civaka Îranê de her tim çanda berxwedanê hebû. Di salên dawîn de rejîma Îranê her ku diket tengasiyê, zextên xwe li ser civakê bi taybetî li hember jinan, zêde kirin. Di sala 2017’an de qanûna ferzkirina hîcabê derxist. Di qanûnên wan de; li ser bedena jin, li ser fikira jin, li ser derketina wan anku li ser giştî civakê zext hebû."

Rojnamevan Rojbîn Deniz bi bîr xist ku jin li hember zextên rejîmê rabûn û bi navê “Çarşema Spî” cilên spî li xwe kirin, lê di destpêkê de çalakiyên jinan di nava xwe de ne xwedî birêxistinbûneke mezin bû.

‘SERHILDANA JIN, JIYAN AZADÎ HEMÛ CIVAK HEWAND’

Rojbînê di dewama axaftina xwe de bal kişand ser serhildana bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" ku bi qetilkirina Jîna Emînî re dest pê kir û wiha axivî: “Civak li hember kiryarên rejîma Îranê tijî bû û teqiya. Bi qetilkirina Jîna Emînî re bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” serhildana jinan dest pê kir. Ev serhildan ji yên berê cudatir bû, vê carê hemû civak hewand. Serhildan bi 3 gotinan nema, anku bi dirûşmê ve sînordar nema, lê li her dera Îranê, herêmê û cîhanê belav bû. Serhildan di cewherê xwe de ne li hember “Polîsên Exlaq” bû û ne jî li hember saziyeke dewletê bû, mijar ne tenê qanûn jî bû. Civak û jinan bi wan çalakî û helwesta xwe got ’Êdî em bi vê rejîmê re nameşin.’ Her kesî hesab dikir ku dê di demeke kurt de mîna serhildanên din bisekine. Lê bi qasî 2 salan didome. Helwesta jin, mêr û hemû beşên civakê li hember rejîma Îranê zelal bû. Serhildan di cewher de helwesta gel a li dijî rejîma Îranê bû.”

’JIN, JIYAN, AZADÎ JI DIRÛŞMÊ WÊDETIR BÛYE SÎSTEM Û PARADÎGMA’

Der barê dirûşma Serhildana Jin, Jiyan, Azadî de rojnamevan Rojbîn Deniz got: "Di salên 1980-1990’î de dema ku têkoşîna azadiya gelê Kurd dest pê kir, bi îdeolojiyeke ku jin jî di nava vê têkoşînê de cih bigirin, dest pê kir. Rêber Apo, der barê mijara jinan de ku di zarokatiya xwe de qala mînakên nakokiyên xwe dike. Jixwe têkoşîna azadiya jinan hîmê xwe ji vê yekê digire û têkoşîna ku tê pêşxistin bi pêşengiya jinan teşe digire û bi beden dibe. Rêber Apo dibêje; ’peyva Jin û Jiyan ji heman kokê ne, tu nikarî ji hev cuda bikî, di vir de tişta ku em fêm dikin çi ye, mirov nikare jinan ji jiyanê cuda bike’. Lê niha mirov li civakê dinêre, tişta heyî berovajî vê yekê ye. Tenê jin bi mirinê tên pênasekirin. Ya kuştinê ye, ya destwerdanê ye, ya tunehesibandinê ye, anku di bin navê namûs, qanûn û polîtîkayan de her jin tên çewisandin. Rêber Apo dibêje; ev ji min re bû nakokî. Di esas de têkoşîna gelê Kurd li ser vê nakokiyê bi pêş dikeve. Ger jin ji jiyanê bên qutkirin, tenê pênaseyek dimîne û ew jî mirin e. Li ser mirinê mirov nikare bijî anku hebûnê ava bike. Ji ber vê yekê Rêber Apo li ser vê nakokiyê kete rê û ev tenê ne di gotinê de bû. Ne tenê wek têgîn, tegiheke teorîk jî bû. Ji salên 1990’î heya roja îro jinan xwe bi rêxistin kir, artêşa xwe ava kir, di siyasetê de, di nava aboriyê de cihê xwe girt. Lazim e jin û jiyan werin gel hev, dema ku hatin gel hev, wê demê civak azad dibe. Dirûşma “Jin Jiyan Azadî” ya ku li Îran û Rojhilat bi pêş ket, hîmê xwe ji vê digire. Hemû jinên herêmê û yên cîhanê xwe tê de dît û xwedî lê derket. Lêgerîna hemû jinan ya azadiyê hebû, lê çawaniya azadiyeke bi çi şêwazî ava nebûbû. Ew jin û civakên ku li paradîgmayekê digeriyan, di felsefeya “Jin Jiyan Azadî” de paradîgmaya xwe dît. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pratika Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bû paradîgma. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêşketina paradîgmaya “Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinan” êdî gotin û dirûşm derbas kir, bû sîstem û bedenbûyîn qezenc kir."

ÊRIŞA LI SER SERHILDÊRAN

Rojbîn Deniz da zanîn ku bi serhildanê re tundî û zextên rejîma Îranê yên li ser civakê zêdetir bûn û wiha nirxandinên xwe berdewam kir: "Rejîma Îranê ji şoreşa Jin Jiyan Azadî tirsiya, lew ra êrişên xwe dijwartir kir. Êrişên xwe herî zêde li Belûcîstanê pêk anîn, wek “Îna Reş” tê binavkirin. Beriya wê fermandarekî artêşa Îranê li hember zarokeke 15 salî  destdirêjî kiribû û ji aliyekî ve serhildana “Jin Jiyan Azadî” jî bi pêş diket, di gelê Belûcîstanê de teqemeniyek çêdibe. Gelê Belûcîstanê bertekek xurt raber dike û di encama êrişên polîsên rejîma Îranê de 130 welatî hat qetilkirin û bi sedan hatin girtin. Tiştekî balkêş e birastî, dema ku rejîma Îranê êrişî civaka sivîl dike, çavên wan hedef digre. Bi taybetî jî çavên jinan hedef digire. Mîna ku bibêje; “ger tu jiyanekê jiyan bike, mîna koran jiyan bike.” Ji wê rojê heya roja me ya îro tê diyarkirin ku heya niha biqasî 550 kes ji aliyê rejîma Îranê ve hatine qetilkirin. Ji wan 49 jin û 38 kes jî zarok in. Ev bilançoya ku fermî hatiye aşkerekirin e, naxwe daneyên ku ji aliyên çavkaniyên herêmî ve tên, hejmara kesên ku hatine qetilkirin hîn zêdetir nîşan didin. Tê gotin ku zêdetirî 19 hezar kes jî hatine girtin û ji wan beşeke pir zêde jî hîna di zîndanan de ne û beşeke mezin jî jin in. 11 kes jî hatine darvekirin. Di nav van de siyasetmedar, hunermend û hwd hebûn bû. Dîsa ji li zanîngehan gelek ciwanan pêşengiya vê serhildanê kir hatin hedefkirin. Dane hîn zêdetir in."

Rojbînê bi bîr xist ku jinan di serhildanê de li dijî kiryarên rejîma Îranê porê xwe qusand û got: "Por tenê ne parçeyekî bedena jinan e. Heta bedena wê jî derbas dike, ji ber ku milê wê yê felsefîk, sosyolojîk û psikolojîk pir kûr e. Di vê serhildanê de jinan herî zêde pora xwe jê kir û li her derê cîhanê jî ev bi pêş ket. Dema ku jin pir bi hêrs dibin, dema ku jin êşeke ji kûr ve dikişîne û tişta heyî ji dil dixwazin biguherin, çi dikin? Pora xwe jê dikin. Ev li hember rejîma Îranê helwest û bertekek xurt bû."

‘ÇAPEMENIYÊ SERHILDAN BI PÊŞ XIST Û REJÎMA ÎRANÊ TEŞHÎR KIR’

Rojbîn Deniz diyar kir ku rola çapemeniyê di şopandina serhildana li Îran û Rojhilatê Kurdistanê û teşhîrkirina rejîmê de girîng û sereke bû û wiha domand: “Di rêbazên têkoşînê de çapemenş wek faktoreke yekemîn e. Ya ku şer dike û di heman demê de rêya çareseriyê nîşan dide, çapemenî ye. Di şoreşa “Jin Jiyan Azadî” de, çapemeniyê roleke mezin lîst. Parçeyekî esasî yê vê têkoşînê bû. Li Îranê azadiya derbirînê nîn e. Zexteke mezin li ser vê jî heye. Çapemeniya Îranê bi xwe jî vê rejîmê qebûl nake. Ji ber vê yekê Jîna Emînî bû îfadeya vê jî. Di serhildanan de çawa ku her beşekê di qadê de cihê xwe girt, çapemenî jî li qadê bû. Ger çapemenî nebûya, me nedikarî em ew qasî qala vê berxwedanê bikin. Ger çapemenî nebûya, em bi Jîna Emînî nedihesiyan. Yên ku ev bûyer ragihand, rojnamevanên jin bûn. Pêşî ev rojnamevanên jin hatin girtin, zexteke mezin li ser wan hate kirin. Li Îranê jî û di tevahî cîhanê de çepemenî, bi roleke şoreşgerî tev digere. Yanî wek şoreşgerê demê ne anku şoreşgerên civaka xwe ne. Çapemeniyê berdêleke mezin jî da û roleke encamgir jî lîst."

‘BI TÊKOŞÎNA TOPYEKÛN BIRYARA DARVEKIRINAN DIKARE WERE BETALKIRIN’

Rojbîn di dewama axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana jinên çalakvan yên di girîtgehên rejîma Îranê de û cezayê darvekirinê yên li dijî her sê jinên çalakvan Pexşan Ezîzî, Şerîfe Muhemmedî û Werîşe Muradî û ev tişt anî ziman "Di serhildanên “Jin, Jiyan Azadî” de, dirûşmeyeke balkêş  hebû, di wê dirûşmeyê de dihat gotin ku ’Zîndana Evîn bû fikir, felsefe û zanîngeha li Tehran bû zîndan’.  Civakê rastiya heyî bi vê dirûşmê pir baş îfade kiribû. Îro zîndanên Îranê dişibin zîndanên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê. Çawa berxwedana zîndanan ji salên 1980’î re heya roja îro mezin bû, di Rojhilata Navîn de guhertinan çêdike û rêya çareseriyê bi pêş dixe, li Îranê jî heman rewş tê jiyankirin. Sê jinên çalakvan Pexşan Ezîzî, Şerîfe Mihemedî û Werîşe Mûradî pêşengiya vê dikin. Di şexsê her sê çalakvanan de bi hezaran jin li zîndanan li ber xwe didin û di civakê de gelek guhertinan çêdikin. Di nameyên wan de rihê berxwedanê diyar dibe.. Di serî de jin, lazim e hemû beşên civakê bi rihê serhildanên “Jin Jiyan Azadî” û têkoşîna topyekûn pêşî li biryara darvekirinê bigirin."

Rojnamevan Rojbîn Deniz destnîşan kir ku şoreşa jinan mezin dibe û bi van gotinan banga mezinkirina têkoşînê li jinan kir: "Divê em vê yekê bi konferderalîzma jinan bi pêş bixin. Pêwîstiya me ya jinan ev e. Jin ji her demê bêhtir nêzî azadiyê ne û ev heqîqetek e."

ANHA