Êrişên Rûsyayê yên li ser Ukraynayê: Jinek hat kuştin, 13 kes birîndar bûn

Di êrişên dawîn ên Rûsyayê yên li ser Ukraynayê de jinek hat kuştin û 13 kes din birîndar bûn.

Êrişên Rûsyayê yên li ser Ukraynayê: Jinek hat kuştin, 13 kes birîndar bûn
2 tebax, 2025   10:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên Ukraynayê ragihand ku di êrişeke dijwar a balafirên bêmirov ên Rûsyayê ya li ser bajarê Xarkîv ê li rojhilatê welêt de herî kêm 11 kes birîndar bûne. Rayedaran diyar kir ku ji birîndaran 3 zarokek in.

Waliyê herêma Xarkîvê Oleh Synyehubov daxuyaniyek li ser kanala xwe ya Telegramê weşand û daxuyand ku 5 birîndar rakirine nexweşxaneyê.

Li gorî çavkaniyên xwecih, duh jî di êrişeke din de jineke 75 salî hat kuştin û 2 mêr birîndar bûn. Lê agahiyên der barê cihê êrişê de nehatin parvekirin.

(bb)