Di çapemeniya erebî de ‘Kongreya Du Dewletan’

Di nirxandinên çavdêran de hate destnîşankirin ku ‘Kongreya Çareseriya Du Dewletan’ ku li New Yorkê pêk hatibû, tevî ku çend welatên wekî Fransa û Brîtanyayê soz daye ku dewleteke Filistînê nas bikin jî, pirsgirêk hîn jî hene; yên sereke jî nebûna zexta navneteweyî ya bibandor a li ser Îsraîlê û parçebûna aliyên Filistînê ye.

Di çapemeniya erebî de ‘Kongreya Du Dewletan’
2 tebax, 2025   10:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Çapemeniya erebî di rojevên xwe yên îro de ‘Kongreya Çareseriya Du Dewletan’ nirxand ku bi sponsoriya hevbeş a Erebistana Siûdî û Fransayê li New Yorkê pêk hatibû.

Rojnameya Independent Arabia ragihand ku Kongreya Çareseriya Du Dewletan ji pêngaveke dîplomatîk a kevneşopî wêdetir çû, encama pêvajoyeke dan û standinê ya dirêj di nava aloziyên jeopolîtîk û hevsengiyên navneteweyî yên hesas de temsîl kir.

Di rojnameyê de hate gotin: “Konferans bi gotina wezîrê karên derve yê Fransayê Jean-Noël Barrot a ‘daxuyaniyeke dîrokî ya bêhempa’ bi dawî bû. Wezîrê karên derve yê Siûdiyê Feysel bin Ferhan aşkera kir ku zehmetiya herî girîng vegerandina vê daxuyaniyê bo gavên berbiçav û dîrokî ye.”

Rojnameyê bal kişand ser aliyê sembolîk ê daxuyaniya wezîrê karên derve yê Brîtanyayê David Lammy û wiha hat domandin: "Lammy got welatê wî berpirsiyariya dîrokî ya ji bo encamên Danezana Balfourê ya 1917’an qebûl kir, bêyî ku gav paşve biavêje an jî poşmaniyê nîşan bide. Lê belê anî ziman ku Brîtanya destekê dide çareseriya du dewletan ku wekî berpirsyariyeke exlaqî û dîrokî dibîne."

Der barê helwesta Fransayê de jî hate gotin: "Li kêleka Brîtanyayê, Fransa jî bi niyet e ku di civîna bê ya NY’yê de ku dê payîzê were lidarxistin, dewleta Filistînê nas bike. Civaka erebî gava Fransayê wek nîşaneyeke erênî dibîne, lê diyar dike ku helwestên pratîk ên temam hewce dikin."

Rojnameya Şerq El Ewsat jî ku cih daye heman mijarê, ev nirxandin kir: "Îsraîl ku êdî bi rola xwe ya parastinê razî nabe, hewl dide bi rêya hilweşîna  jîngeha dijminê xwe pozîsyonek êrişkar ferz bike. Bi kêmbûna hêzên mîna Îran û Sûriyeyê re, Îsraîl xwe di pozîsyonek nû de dibîne ku dihêle ew berjewendiyên xwe yên stratejîk xurt bike û erdnîgariya siyasî ya herêmê ji nû ve xêz bike.”

Rojnameyê hişyarî da ku Îsraîl tevliheviya li Xeza û Şerîdaya Rojava bi kar bîne da ku rewşeke nû ya demografîk bide ferzkirin. Her wiha hat diyarkirin ku nebûna yekitiya nîştimanî ya Filistînê û berdewama xitimîna siyasî gavên ber bi avakirina dewleta Filistînê ve asteng dikin.

(bb)