Li Siwêdayê ambargo, koçberî û nebûna xizmetan

Ji 13’ê Tîrmehê ve Siwêda di bin dorpêçê de ye, xizmetên bingehîn nemane û 170 hezar kes ji malên xwe koçber bûne.

Li Siwêdayê ambargo, koçberî û nebûna xizmetan
2 tebax, 2025   11:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevî agirbesta nisbî ya li Siwêdayê jî rewşa mirovî aloz e. Ji bo rawestandina binpêkirinên domdar ên li dijî sivîlan tu tevger tune ne.

Ji 13’ê Tîrmehê ve hêzên hikumeta veguhêz ambargo daniye ser Siwêdayê. Di encamê de xizmetên bingehîn nemane û aloziya mirovî her ku diçe dijwartir dibe.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji herêmê dane, rewşa xizmetguzariyê bi paş ketiye, rojane du saetan kehrebe tê dayîn, 98 bîr bi temamî ji xizmetê derketine, dîsa jî stasyonên sereke yên avê yên li devera El Seilayê hatin talankirin û şewitandin.

Li aliyekî din jî aloziyeke mezin a nan heye. Ji ber koçberiya ji gundên zirar dîtine, qerebalixeke mezin li ser firinan çêdibe û aşê gundê Um El Zeytûn jî sekiniye. Dem bi dem ard ji aliyê rêxistinên navneteweyî û kesên li dîasporayê ve tê şandin.

Li gorî raporên navneteweyî, li Siwêdayê zêdetirî 170 hezar kes koçber bûne, piraniya wan li navendên demkî yan li gel xizmên xwe dimînin. Alîkariyên mirovî yên ku têne şandin pêdiviyê ji sedî 5 bi cih naynin.

Li aliyekî din jî rê nayê dayîn ku niştecihên zêdetirî 30 gundên di bin kontrola çekdarên girêdayî hêzên hikumeta veguhêz de vegerin warê we. Her wiha kiryarên talankirin û xirabkirina binesaziyê dewam dikin.

(bb)