Êrişên Rûsyayê yên li ser Ukraynayê: 2 kuştî, 9 birîndar

Di êrişa hewayî ya Rûsyayê ya li ser Kîevê de 2 kes hatin kuştin û 9 jî birîndar bûn.

Êrişên Rûsyayê yên li ser Ukraynayê: 2 kuştî, 9 birîndar
22 cotmeh, 2025   11:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Rêveberiya Leşkerî ya Herêma Kîevê Timur Tkachenko ragihand ku di êrişa hewayî ya Rûsyayê ya li ser Kîevê de 2 kes hatine kuştin. 

Tkachenko der barê encamên êrişê de ev agahî li ser hesabê xwe yê Telegramê parve kir: "Bi kêmanî 2 kes li taxa Dniprovskoye hatine kuştin. Li qatên 8 û 9’an ên avahiyekê şewat derket."

Rayedarên din ên Ukraynayê jî ragihand ku hêzên Rûsyayê bi dronan li Kîevê xist.

Li gorî şaredarê Kîevê Vitali Klitschko, herêmên Dniprovskoye û Darnytsky bûne hedefa êrişên dronan, li Pechersky û Desnyansky jî zirar çêbûne.

Servîsa Rewşên Awarte ya Ukraynayê jî ragihand ku li dijî herêma Zaporizhzhia ya li başûrê Ukraynayê êrişeke hewayî hat kirin. Di encamê de herî kêm 9 kes birîndar bûn.

 Wezîra enerjiyê ya Ukraynayê Svetlana Grinchuk ragihand ku "êrişeke mezin li ser tesîsên enerjiyê yên welêt” hatiye kirin û êriş şermezar kir.

(bb)