Gefên Îsraîlê û rewşa mirovî ya li Xezayê rojevên rojnameyên erebî ne

Zextê DYA’yê yên têkildarî şerê Îsraîlê zêde dibin û pê re gefên Îsraîlê yên li dijî Hizbullahê jî zêde dibin. Li aliyê din di her têkçûyîneke însiyatîfên agirbestê de filistînî dikevin rewşeke mirovî ya dijwar.

Gefên Îsraîlê û rewşa mirovî ya li Xezayê rojevên rojnameyên erebî ne
22 cotmeh, 2025   11:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di rûpelên xwe yên îro de bal kişand ser zêdebûna zextên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îsraîlê yên li dijî Hizbullaha Lubnanê. Li aliyê din rewşa mirovî ya şêniyên Filistînê yên li Xezayê dijwartir dibe.

Rojnameya El Xelîc bal kişand ser rewşa Lubnanê di vê qonaxa hesas de û wiha nivîsand: “Gefên DYA û Îsraîlê zêde bûne. Daxuyaniyên nûnerên DYA’yê Thomas Barrack ‘gefeke veşartî’ ya li dijî Lubnanê dihewînin. Bi taybet gotina wî ya dibêje “Îsraîl bi tena serê xwe tev bigere’ wê demê heke Hizbullah xwe bê çek neke, dê encamên gelekî dijwar derkevin.”

Rojnameyê di berdewama nivîsa xwe de destnîşan kir ku Thomas Barrack li ser X’ê peyamek belav kiriye û tê de nîşan daye ku DYA li dijî tevgereke leşkerî ya Îsraîlê ya li dijî Lubnanê dernakeve û bêçekkirina Hizbullahê ji Îsraîlê re tê wateya parastina sînorê xwe yê bakur.

Rojnameya El Xelîc destnîşan kir ku ev gefên Barrack hemwextî tetbîqatên leşkerî yên berfireh in ku artêşa Îsraîlê li ser sînorê xwe yê bakur pêk anî. Tê gotin ku ev tetbîqata artêşa Îsraîlê piştî êrişa 7’ê Cotmeha 2013’yan ya Hemasê ya li dijî Îsraîlê, ya herî mezin e. Tûgaya 91’an a girêdayî fermandariya bakur pêk anî. Tê gotin Îsraîl bi vê tetbîqatê hêza êriş û parastinê ya tûgaya xwe Ii ber êrişên muhtemel diceribîne.

Rojnameyê da diyarkirin ku DYA û Îsraîl hewl didin “plana stûxwarkirinê” ya nû li herêmê ferz bikin, bi taybet dema hin alî şertên Îsraîlê û plana aştiyê ya DYA’yê red dikin û wiha dom kir: “DYA dixwaze Hizbullah çekên xwe deyne, bêyî ji Îsraîlê bixwaze pabendî biryara 1701’an a têkildarî agirbestê bibe. Ev biryar di Mijdara sala 2025’an de hate îmzekirin. Di naveroka wê de tê gotin; divê Îsraîl ji 5 deverên xaka Lubnanê hêzên xwe vekşîne. Îsraîl jî di pêkanenîna biryarê de bi israr e. Ji ber ku DYA û Fransa zextê li Îsraîlê nakin ku pabendî biryarê bin.”

‘PÊWÎSTIYA XEZAYÊ BI ÎNSIYATÎFÊN EREBÎ HEYE’

Rojnameya El Ereb jî bal kişand ser rewşa mirovî ya dijwar a li Xezayê û destnîşan kir ku ev ji ber Tevgera Hemas û bijartina wê pêk hatiye, Xeza wêran bû û welatiyên wê malên xwe winda kirin.

Rojnameyê destnîşan kir ku nebûna hesabxwestinê hişt êşa gelê Filistînê dubare bibe û wiha dom kir: “Parçebûna di navbera Dîfa Rojava û Xezayê de, her wiha kirina Xezayê wek baregeha moşekên Îranê, hişt rewşa Xezayê ya mirovî dijwar bibe. Hikumeta Îsraîlê bi serokatiya Netanyahu êrişa ‘Tofana Eqsayê’ di xizmeta xwe de bi kar anî. Xeza vegerî xaka wêrankirî û ‘xaka niştecihên xwe diqewirîne’, wêrankirin bi zanebûn di serê xelkên wê de pêk hat. Ev ji nebûna nerîneke erebî ya zelal û însiyatîfeke karibe wêrankariyê û tundkariyê rawestîne, nîşan dide. Di vê navberê de rewşa gelê Filistînê ne mimkun e çareser bibe, heke hesab ji aliyê berpirsên êşa Xezayê neyê xwestin. Wiha ne mimkun e çareserî pêk were. Berovajî wê metirsî heye ku felaketa Xezayê dubare bibe.”

(dc)