Li Şêxmeqsûdê rêyek hat vekirin

Komîteyên ewlehiyê yên girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Heleb (Asayîş) û wezareta hundirîn a hikumeta veguhêz a Sûriyeyê rêya Telet Eşrefiyê ya diçe taxa Şêxmeqsûdê vekir.

Li Şêxmeqsûdê rêyek hat vekirin
Li Şêxmeqsûdê rêyek hat vekirin
Li Şêxmeqsûdê rêyek hat vekirin
Li Şêxmeqsûdê rêyek hat vekirin
Li Şêxmeqsûdê rêyek hat vekirin
Li Şêxmeqsûdê rêyek hat vekirin
Li Şêxmeqsûdê rêyek hat vekirin
Li Şêxmeqsûdê rêyek hat vekirin
Li Şêxmeqsûdê rêyek hat vekirin
Li Şêxmeqsûdê rêyek hat vekirin
Li Şêxmeqsûdê rêyek hat vekirin
Li Şêxmeqsûdê rêyek hat vekirin
Li Şêxmeqsûdê rêyek hat vekirin
22 cotmeh, 2025   11:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteyên ewlehiyê yên girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Heleb (Asayîş) û wezareta hundirîn a hikumeta veguhêz a Sûriyeyê rêya Telet Eşrefiyê ya diçe taxa Şêxmeqsûdê vekir.

20’ê Cotmehê şandeyek ji QSD’ê û şandeyek ji hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li Tebqayê hevdîtin kiribûn. Her du aliyan rewşa taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê nîqaş kirin û girîngiya çareseriyên aştiyane ku ewlehiya sivîlan mîsoger bike destnîşan kir.

Duh (Sêşem 21 Cotmeh) Hêzên Asayîşa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê pêşwaziya şandeyek hêzên hikumeta veguhêz kiribû. Her du aliyan pêkanîna bendên peymana Nîsanê nîqaş kir.

7 rêyên sereke hene ku taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi taxên din ên Helebê ve girê dide. Piraniya taxan di 6’ê Cotmehê de hatin girtin. Lê piştî xwepêşandanên gel 3 rê tenê hatibûn vekirin. Îro jî rêya Telet Eşrefiyê hat vekirin. Lê rêya çerxerêya Leyremûn û çerxerêya Cendûl û rêya Cizîrê girtî ne.

(bb)

ANHA