Eraqçî: Em ji bo her êrişek bejahî ya Amerîkayê amade ne

Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî diyar kir ku di vê qonaxa şer de hîn zû ye ku bi DYAˊyê re li ser şertên agirbestê nîqaş bikin û welatê wî ji bo her êrişeke bejayî ya Amerîkayê amade ye.

Eraqçî: Em ji bo her êrişek bejahî ya Amerîkayê amade ne
8 adar, 2026   20:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî di bersiva pirsek Tor EBCˊê ya Amerîkayê de li ser şer û mercên bidawîanîna aloziyê ku ji bo Tehranê qebûlkirî bin got, hîna negihîştine vê xalê.

Eraqçî her da zanîn ku divê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) berî ku bigihîje qonaxa ku agirbest dikare were nirxandin, ji bo êrişkariya xwe ya li dijî Îranê hincetan peyda bike.

Dema ku ji Eraqçî hat pirsîn ka Îran dikare xwe di rewşa êrişên bejayî yên Amerîkayê de biparêze, wiha bersiv da: "Em di rewşa amadebaşiyê de ne. Leşkerên me yên wêrek hene amade ne ku bi her dijminekî ku êrişî axa me dike re rû bi rû bimînin."

(ac/fr)

ANHA