Endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku endamê wan Elî Mistefa li Helebê şehîd bûye.

Endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû
25 sibat, 2025   13:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê şehadeta endamekî xwe de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku endamê wan Elî Mistefa li bajarê Helebê dema erka xwe bi cih dianî, ji ber nexweşiyeke giran şehîd bû.

Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbat û hevalên şehîd re hat xwestin û heya mîsogerkirina ewlehiya herêmê jî soza domandina têkoşînê hate dayîn.

NASNAMEYA ŞEHÎD:

Nav û paşnav: Elî Mistefa

Navê Bav: Omer

Navê Dayikê: Amîna

Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Ceqmaqê Mezin, 15.01.1975

Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Heleb, 15.05.2019

Dîroka Şehadetê: 21.02.2025