Şandeya Fransayê: Divê em sîstema li Rojava ji xwe re bikin mînak

Şandeya Fransayê ku beriya niha bi demekê hatibû Rojava û hin hevdîtin kirin, diyar kir ku wan wêneyekî sîstemekê dîtiye ku Kurd dixwazin ava bikin û gelekî bandor li wan kiriye.

Şandeya Fransayê: Divê em sîstema li Rojava ji xwe re bikin mînak
25 sibat, 2025   13:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Kurdistaniyên li bajarê Lorient ê Fransayê serdana parlamentera Parîsê ya Eniya Gel a Nû Danielle Simonnet û parlamenterê NFP-Ekolojîst ê Herêma Hilbijartinê ya 5'emîn a Morbihanê Damien Girard kir, ji bo ku li çavdêriya şandeya Fransayê guhdarî bikin ku hatibû Rojava kir. Di civînê de Damien Girard û tîma wî amade bûn.

Endama şandeyê Danielle Simonnet piştî hevdîtinê ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku wan 3 roj û nîvan li Rojava bûn û çavdêriyên xwe bi kurdistaniyan re parve kirin. Hate ragihandin ku heyet ji 6 parlamenterên çepgir ên Fransayê pêk hat.

Danielle Simonnet ragihand ku piştî rêwîtiyeke zehmet a ji 2 rojan gihaştin Rojava û got, li Rojava ji aliyê nûnerên YPG, YPJ û nûnerên herêmî ve hatin pêşwazîkirin û bi Mazlûm Ebdî re yekser hevdîtinek kirin.

Li gorî Danielle Simonnet armanca şandeyê ji çûyîna Rojava ew bû ku bêdengiya civata navneteweyî ya li pêşberî bûyerên li Rojava diqewimin bişikînin û berxwedana li wê derê bibînin.

Danielle Simonnet anî ziman ku bi taybetî tevgera jinan bandor lê kiriye û got: "Di hevdîtina bi saziya Jineolojiyê re dema ku min bihîst, li gundên destpêkê yên ji DAIŞ'ê hatin rizgarkirin karê destpêkê lê hate kirin civînên jinan bû, vê yekê gelekî bandor li min kir."

Danielle Simonnet got: "Jinên li Rojava ne tenê li hemberî DAIŞ'ê her wiha li hemberî fikrê baviksalarî jî şer kirin. Her firsenda bi dest xistin hem ji bo parastina gelan hem jî bidestxistina azadiya xwe bi kar anîn.”

Danielle Simonnet qala serdana destpêkê ya li Kobanê kir û got ji wê hebû ku Rojava tenê deşteke, lê belê dema qadên çiyayî û xwezaya wê ya şênkahî dît, gelekî matmayî ma.

Yek ji serdanên herî giran ên heyetê jî li kampa Holê bû. şandeyê ragihand ku kamp bi 2 beşan hatiye dabeşkirin; li aliyekî malbatên DAIŞ'î, li aliyê din jî yên ji DAIŞ'ê cihê bûne, hene.

Li gorî Danielle Simonnet, di hevdîtina bi fermandarê QSD'ê Mazlûm Ebdî re hate destnîşankirin ku ji bo pêşeroja Rojava divê mafên jinan, çandî û etnîkî bêne ewlekirin. Danielle Simonnet diyar kir ku QSD ne li dij e ku tev li artêşa Sûriyeyê bibe, lê belê bêyî garantiya konfederalîzma demokratîk nikarin dest ji çekan berde.

Danielle Simonnet polîtîkaya Fransayê ya têkildarî Rojava rexne kir û got: "Erdogan bi binpêkirina hiqûqa navneteweyî re li dijî Kurdan şer dike. Fransa jî li gorî polîtîkayên Yekitiya Ewropayê li ser peymanên penaberan ên bi dewleta Tirk re serî li ber zextê ditewîne. Divê em sîstema li Rojava hatiye avakirin ji xwe re bikin mînak. "

Danielle Simonnet ji bo xurtbûna tevgera jinê û konfederalîzma demokratîk a li Rojava, banga piştevaniyê kir.