Endamê Komeleya Newroz Xidir Biro wefat kir

Endamê Desteya Rêveber a Komeleya Çandî û Civakî ya Newroz Xidir Silêman Biro wefat kir.

Endamê Komeleya Newroz Xidir Biro wefat kir
Endamê Komeleya Newroz Xidir Biro wefat kir
15 sibat, 2024   09:55
BEYRÛT

Endamê Desteya Rêveber a Komeleya Çandî û Civakî ya Newroz Xidir Silêman Biro duh  sibeha (14’ê Sibata 2024) di encama kirîza dil de li Lubnanê wefat kir.

Biro yek ji malbatên Kurd ên pêşîn ên li Lubnanê ne ku deriyê xwe ji Tevgera Rizgariya Kurdistanê re vekir. Her wiha yek ji kesên pêşîn e ku bi fikrên Rêber Abdullah Ocalan bawer kir.

Biro ji dema ku Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas kir û heta roja ji dinyayê bar kiriye, her tim di nav têkoşînê de bû, bi fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî bû. Mînaka welatparêzê ji doza xwe dilsoz bû. Bê teredud erkên jê dihatin xwestin dianî cih. Mînakeke bêhempa û rasteqîn a welatparêziyê û girêdana bi dozê û azadiyê ve bû.

Komleya Çandî û Civakî ya Newroz sersaxî ji gelê Kurd û malbata wî xwest û got ew ji ber windakirina kesayetekî wiha û beşeke girîng ji dîroka neteweyî ya Kurd li Lubnanê, xemgîn e.

(şx)