Dewleta Tirk Amêdiyê bombebaran kir

Balefirên dewleta Tirk a dagirker devera Eşkewt Hesar ya ser bi Amêdiyê bombebarankirin.

Dewleta Tirk Amêdiyê bombebaran kir
15 sibat, 2024   10:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên herêmî ragihandin ku di demê sibehê de balefirên dewleta Tirk a dagirker devera Eşkewt Hesar a ser bi bajarokê Amêdiyê ya li sînorê parêzgeha Dihokê bombebarankirin.

Li ser asîmanê Sigêrê ya li navçeya Nihêle Bala û Metînayê balefir bê navber digerin.

Agahiyên derbarê zerer û ziyanên êrişê de nehatine zanîn.