Rojnameyên erebî: Hevdîtina Erdogan-El Sîsî û şerê li Xezayê 

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de cih dan hevdîtina El Sîsî û Erdogan, rageşiya li Lubnanê û dan û standinên li Qahîreyê yên der barê Xezayê de.

Rojnameyên erebî: Hevdîtina Erdogan-El Sîsî û şerê li Xezayê 
15 sibat, 2024   09:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb bal kişand ser hevdîtina serokkomarê dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan û serokkomarê Misirê Ebdulfetal El Sîsî. Rojnameyê di vê der barê de nûçeyek bi sernavê "El Sîsî û Erdogan..Pêşwaziya germ; dibe ku nikarbe nakokiyan derbas bike" weşand. Di nûçeyê de hate diyarkirin ku têkiliyên Misir û Tirkiye ji ber serdana Erdogan a li Qahîreyê ku roja Çarşemê pêk hatibû derbasî qonaxeke nû bûn. Hate diyarkirin ku Erdogan ê li balafirgeha ji aliyê El Sîsî ve hate pêşwazîkirin bi bindestkirina serkeftineke manewî dilxweş e.

Li gorî rojnameyê " Lihevhatina Misirê bi nêzîkatiyên Erdogan ve girêdayî ye, lê belê nîşan dide ku dibe lihevkirin û peyman bi ser bikeve, ji ber wê serokkomarê Tirk wezîrên karên derve, parastin, gencîne, malî, tenduristî, pîşesazî, teknolojî û bazirganî bi xwe re bir Misirê."

’ RAGEŞIYA HER BERFIREH A ÎSRAÎLÊ JI 4 DOZAN PÊK TÊ.. LI SER BEYRÛTÊ NAMEYÊN HEWAYÎ’

Der barê rageşiya di navbera Hizbullah û Îsraîlê de, rojnameya Şerq El Ewsat jî cih da rageşiya di navbera Hizbullah û Îsraîlê de. Di rojnameyê de rageşiya di navbera her du aliyan de wekî ya herî berfireh hat nirxandin û hate gotin: " Xuya ye ku ev armanc ne rageşiyeke mezin e ji aliyê Hizbullahê ve, ji ber ku hedefên ku Hizbullah lê dane tenê leşkerî bûn û ne navendên sivîl û binesaziyê bûn. Lê mezintirîn bombebarana di kêmanî du mehan de ye. Tişta ku xuya dike ev rageşî peyamên meydanî li hemberî gefên Îsraîlê ne."

’DI DAN Û STANDINÊN TÊKILDARÎ XEZAYÊ DE TU PÊŞKETIN NÎN E’

Rojnameya El Exbar a Lubnanê bal kişand ser dan û standinên li Qahîreyê yên der barê Xezayê de. Hate diyarkirin ku civîna li Qahîreyê bêyî ku tu pêşketinên cidî çêbibin, bi dawî bû. Hate destnîşankirin ku di civînê de hewayeke neyinî serwer bû û şandeya Îsraîlê ji Qahîreyê derket bêyî ku şandeya Hemasê bibîne.

(bb)