Şehîd Egîd li Şamê hate bibîranîn

PYD`yê li Şamê şehîd Egîd bi bîr anî û diyar kir ku guleya yekemîn a şehîd Egîd teqandiye çarenûsa gelê Kurd guherand.

Şehîd Egîd li Şamê hate bibîranîn
Şehîd Egîd li Şamê hate bibîranîn
Şehîd Egîd li Şamê hate bibîranîn
Şehîd Egîd li Şamê hate bibîranîn
29 adar, 2024   14:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Şamê ji bo bîranîna şehîd Egîd (Mahsûm Korkmaz) duh civînek li dar xist. Di civînê de bi dehan şênî hazir bûn.

Endamê Meclisa PYD`yê Salih Şamê axivî û got: "28`ê Adarê di dîroka Tevgera Rizgariya Kurdistanê de xwedî cihekî girîng e. Gelek heval ji bo doza Kurd û Kurdistanê şehîd bûn, lê belê gelek ji wan bûn sembola berxwedan û têkoşînê û bi têkoşîna xwe di dîroka me de destan nivîsandin. Mîna şehîd Mazlûm, Heqî, Bêrîtan, Zîlan û şehîd Egîd."

Salih Şamê diyar kir ku divê ne tenê şehîdan bi bîr bînin, lê divê li ser şopa wan xwe bi rêxistin bikin û wiha domand: "Şehîd Egîd, rêyeke din ji bo têkoşîneke firehtir û mezintir diyar kir. Divê em kesayeta wî baş nas bikin û fêm bikin çawa karî di demeke nêz de bibe fermandarê PKK`ê."

Her wiha Salih Şamê destnîşan kir ku divê şênî di perwerdeyên xwe de kesayetên mîna şehîd Egîd analîz bikin û taybetmendiya wan nas bikin, ji bo ku rêya wan temam bikin û bigihêjin azadiyê.

(şx)

ANHA