Emced Osman: Destwerdanên derve diyalogê asteng dikin

Emced Osman diyar kir ku destwerdanên derve li Sûriyeyê diyalogan asteng dikin û got  niha tu diyalog bi hikumeta Şamê re tune ne.

Emced Osman: Destwerdanên derve diyalogê asteng dikin
24 kanûn, 2023   02:35
REQA

Endamê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Emced Osman diyar kir ku meclis di warê diyalogên li gel hikumeta Şamê de gelek astengiyan dibîne.

Osman bal kişand ser girîngiya diyalogan û got: “Li gorî me diyalog rêgezek e û rêya çareseriyê ye. Pêwîstiya welat bi diyalogeke rasteqîn û cidî heye ku di serî de divê bi beşa siyasî ya nîştimanî ya demokratîk re û bi desthilata Şamê re were kirin. Me projeya xwe li ser esasê ku çareseriya siyasî divê çareseriyeke aştiyane be, pêşniyar kir. Me nenavendîbûn wek dergehê veguhertina demokratîk ji bo Sûriyeyê pêşkêş kir.”

Osman her wiha got veguhertina ji despotiya navendî ber bi nenavendîbûnê ve gaveke sereke ya ber bi pêkanîna dewleta demokratîk ve ye.

Endamê MSD’ê Osman destnîşan kir ku di dema heyî de tu diyalog tune ne û got pirsgirêka bingehîn zehmetiya guhertina zîhniyeta beşeke muxalefetê ber bi hişmendiya nenavendî ve ye. Her wiha diyar kir ku heman zehmetiyê bi hikumeta Şamê re jî dikişînin û got: "Ev peywir ne hêsan e, lê ne ku ne mimkun e jî. Pêwîstiya vê yekê bi diyalog û xebateke mezin heye da ku ev yek pêk were û encam bên bidestxistin. Ji ber ku destpêkê astengiya li pêşberî me hişmendiya siyasî ye, ya duyemîn jî destwerdanên herêmî û navneteweyî yên kûr in ku heta radeyeke mezin karîna sûriyeyan a ji bo lihevkirin û tifaqê asteng dikin."

(bb)

ANHA