‘Em bawerin wê gelên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê her cure êrişkariyê têk bibin’ 

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan destnîşan kir ku li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê dijî dagirkeriyê berxwedanek rûmetê tê meşandin û got: “Em bawer dikin ku ji Efrînê heta Serêkaniyê ji bo şikandina dagirkeriya dewleta Tirk wê têkoşînê hîn mezintir bikin; wê her cure êrîşkariyê têk bibin û rûmeta xwe biparêzin.”

‘Em bawerin wê gelên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê her cure êrişkariyê têk bibin’ 
24 ÇILE, 2024   13:35

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan ku bû mêvanê bernameya taybet a Medya Haber, li ser Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, berxwendana dijî dagirkeriyê û salvegera 10’emîn a Rêveberiya Xweser jî nirxandinên girîng kirin. 

SALVEGERA ÎLANA RÊVEBERIYA XWESER

Duran Kalkan salvegera 10’emîn a damezirandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk pîroz kir û got: “Îro salvegera 10’emîn a îlana rêveberiya xweser e. Salvegera 10’emîn a xweseriya demokratîk a li Rojavayê Kurdistanê silav dikim. Her kesê ku ji bo pêkanîna Konfederalîzma Demokratîk a Rêber Apo û projeya Xweseriya Demokratîk ketiye nava hewldanê pîroz û silav dikim.

Ceribandineke girîng tê kirin, pêvajoyeke dîrokî diqewime. Divê destpêkê ev yek bê dîtin, hêviya mirovahiyê ev e. Li her aliyên cîhanê berê ciwan, jin, karker û kedkaran li vir e, hêviya wan li vir e. Dixwazin hin tiştan ji vir fêr bibin û di projeya netewa demokratîk de siberoja xwe bibînin û bi dest bixin. Ev gelekî bi nirx û girîng e. Li ser vî bingehî ez gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi cesaret û fedakariyeke mezin ketiye pêvajoyeke şoreşê ya bi vî rengî, pîroz dikim. Ez bawer dikim ku wê bi ser bikevin jî.”

‘HÊZÊN PAŞVERÛ JI BO PÊŞÎ LI ŞOREŞA ROJAVA BIGIRIN, ÊRÎŞ DIKIN’

Kalkan bal kişand ku ji bo astengkirina pergala rêveberiya xweser hêzên paşverû êrîş dikin û ev nirxandin kirin:  “Bê guman wê êrîş bikin. Li pişt vê paşverûtiyê dewleta Tirk û dîktatoriya AKP-MHP’ê ya faşîst heye. Me ev yek her tim got, divê em her tim jî bêjin. Divê her kes jî baş bizane. Ev dîktatoriya faşîst dijminê her tiştî ye. Dijminê başî, dijminê bedewiyê, dijminê azadiyê, demokrasiyê, jinê, ciwan, Kurdan, mirovahiyê û gelan e. Dijminê te ye, dijminê min e, dijminê mirovê ku difikire ye. Ew dijminê welêt in. Dijminê welatê azad in, dijminê fikrê azad in. Divê em hêza li hemberî xwe wiha bibînin. Ew êrîş dike. Bi nemerdane êrîş dike, her tiştê dikin hincet, êrîş dikin. Ya din jî gerîla êrîşî wan kiriye, wê dikin hincet. Eger tu bi wêrek bî, te ji kuderê derbe xwariye li wir şer bike. Tu çi ji genim, nîsk, nexweşxane, dibistan û malên gelê li Rojava dixwazî. Gelo ma van êrîşî te kirin? Çi eleqeya wê heye? Ti eleqeya wê tune ye. Bi temamî zihniyet û siyaseta faşîst, qirker, mêtinger û dijminatiya Kurd vê yekê dike. Her tim dike. Çalakî nebe jî dike.”

‘JI BO ŞIKANDINA DAGIRKERIYÊ WÊ TÊKOŞÎNÊ XURTIR BIKIN’

Duran Kalkan berxwedana ku li dijî dagirkeriyê tê meşandin wekî helwesteke baş nirxandin û bal kişand ser berxwedana dîrokî ya Efrînê. Kalkan derbarê mijarê de ev xal rêz kirin: “Me ev cara din jî got. Gel li ber xwe dide. Helwesta wê baş e, wê hîn baştir jî bibe. Wê xurt bibe û bersiveke hîn bantortir bidin. Helbet tovê herî girîng ê vê berxwedanê li Efrînê ye. Em di salvegera 6’emîn a dagirkeriya Efrînê de ne. Ji 20’ê Çileya beriya 6 salan li dijî Efrînê êrîşa herî nemerdane ya dîrokê hate destpêkirin. 58, 60 rojan xelkê Efrînê û gerîlayên wê li dijî vê dagirkeriya nemerdane berxwedana herî mezin a dîrokê nîşan da, berxwedana rûmetê meşand. Ji vê re berxwedana serdemê hate gotin. Em wan rojan bi bîr bixin. Em wê roja berxwedana mezin bi bîr bixin. Yanî di rastiyê de tişta ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rojavayê Kurdistanê ava kiriye berxwedana Efrînê ye. Erê, têkoşîna li dijî DAIŞ’ê mezin bû. Ti carî nayê înkarkirin, lê berxwedana ku li Efrînê li dijî faşîzma AKP-MHP’ê hatiye meşandin, berxwedana herî mezin bû. Divê her kes vê yekê bizane.

6 sal in ev berxwedan didome. Hêzên Rizgariya Efrînê bi rastî jî derbeyan li dagirkeran dixin. Teng in, kêm in lê li ser riya rast in. Helwesteke rast nîşan didin. Bi rûmet e. Nûneriya azadiyê û mirovahiyê dikin. Di şexsê rizgariya Efrînê de nûneriya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Nûneriya rûmeta Kurdistanê û mirovahiyê dikin. Ez wan pîroz dikim, berxwedana wan pîroz dikim. Bîlançoya xwe ya salane jî eşkere kirin. Ez hêvî dikim ku wê hîn bêhtir pêş bikeve. Ji Efrînê heta Serêkaniyê ji bo şikandina dagirkeriya dewleta Tirk wê têkoşînê hîn mezintir bikin. Ev karê têkoşînê ye. Hêza têkoşer jî Hêzên Rizgariya Efrînê ye. Wan xet girtiye.

Jin, ciwan û hemû hêzên azadîxwaz ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pey şopa wê dimeşin. Nûneriya wê rûmetê dikin û dixwazin bi ser bixînin. Ez hêvî dikim wê hîn zêdetir tolê bistînin. Wê hesab bipirsin, çalakiyên bersivdayînê pêş bixin, wê hîn zêdetir li ber xwe bidin. Lê ti kes wê cih û warê xwe terk neke. Me cara din got, armanca van êrîşan hemûyan tirsandin e. Ti kes nareve, çi dibe bila bibe. Yan em ê li ser vê xakê bi azad bijîn, yan wê bijîn. Ti rêyek din nîn e. Cihek din nîn e. Cihê jiyanê nîn e. Cihekî cuda ku em biçinê nîn e.

Gelê me yê Rojava, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev rastî baş dît. Ji Rêber Apo fêr bûn, ji berxwedana azadiyê fêr bûn. Bi cesaret, fedakarî û asteke pêşeng tevlî têkoşînê bûn. Em bawer dikin ku wê vê têkoşînê bidomînin. Wê her cure êrîşkariyê têk bibin û rûmeta xwe biparêzin, azadiya xwe bidomînin. Wê rêveberiya xwe ya demokratîk hîn bêhtir pêş bixin û bi ser bikevin. Ez hemûyan silav dikim û serketinê dixwazim.’