Balafireke leşkerî ya Rûsyayê qeza kir

Balafireke leşkerî ya Rûsyayê ku girtiyên ukraynayî tê de bûn li parêzgeha Belgorod a Rûsyayê qeza kir û kete xwarê.

Balafireke leşkerî ya Rûsyayê qeza kir
24 ÇILE, 2024   13:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor ajanseke rûsî, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê daxuyaniyek daye û tê de gotiye balafireke veguhastina leşkerî ku 65 dîlgirtiyên artêşa Ukraynayê tê de bûn û di çarçoveya guhertina dîlgirtiyan diçû herêmeke diyar, ketiye xwarê. 

Wezaretê wiha domand: "Di nav qurbaniyan de 6 endamên tîma balafirê 3 kesên bi dîlgirtiyan re hene."

Qaymeqamê Belgorodê Vyacheslav Gladkov li ser hesabê xwe yê Telegramê wiha nivisî: "Li Korochanskî qezayek qewimî, niha tîma lêpirsînê û xebatkarên destwerdana lezgîn li wir in. Detayên qezeyê wê piştre bên parvekirin."

(şx)