Êla El Zubeyd: Em li pişta QSD'ê ne

Êla El Zubeyd a Ereb ji bo bersivdana her êrişekê li dijî herêmê piştgiriya xwe ji QSD'ê re nîşan da.

Êla El Zubeyd: Em li pişta QSD'ê ne
7 kanûn, 2024   19:30
QAMIŞLO

Êla El Zubeyd a Ereb li pêşiya mêvanxaneya rûspiyên êlê ya li gundê Şebek Xerbî yê bajarê Çilaxa daxuyaniyek da. Serokeşîrê êlê li Sûriyeyê Beşar El Faris hat xwendin.

Di destpêka daxuyaniyê de êrişên li dijî gelê Sûriyeyê hatin şermezarkirin û nerazîbûna xwe li hemberî destwerdanên ji derveyî Sûriyeyê di serî de dewleta Tirk a dagirker ên bi armanca parçekirina xaka Sûriyeyê, hat nîşandan.

Di daxuyaniyê de êlê piştgirî da yekbûna xak û gelê Sûriyeyê, jiyana hevbeş a tevahî pêkhateyên Sûriyeyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD).

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên hiqûqî û mirovî hat kirin ku destekê bidin koçberên ku bi darê zorê ji kantona Efrîn û Şehbayê û Helebê hatine koçberkirin.

(mh/fr)

ANHA