Êrişa çeteyan a li dijî Meskenê hat têkbirin

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Tebqayê êrişa çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Ebû Henaya yê gundewarê herêma Meskenê ya Helebê têk bir.

Êrişa çeteyan a li dijî Meskenê hat têkbirin
7 kanûn, 2024   20:02
TEBQA

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji 3 eniyan ve êriş bir ser gundên herêma Meskenê ya gundewarê Helebê.

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji fermandarekî hêzên Meclisa Leşkerî ya Tebqayê wergirtine, şervanên Tebqayê di van kêliyan de bersiva êrişên çeteyan ên ji 2 eniyan ve didin û êrişa li dijî gundê Ebû Henaya têk bir.

(fr)

ANHA