Êla Bin Isêd li dijî dagirkeriyê û çeteyên wê yên li Minbicê seferberî ragihand

Êla Bin Isêd El Haşimiye li Minbicê ya ku di bin dagirkeriya Tirk û çeteyên wê de ye diyar kir ku piştî dagirkriina bajêr û beşên ji gundewarê wî ewlehî têk çûye û li dijî çeteyan seferberî ragihand.

Êla Bin Isêd li dijî dagirkeriyê û çeteyên wê yên li Minbicê seferberî ragihand
21 kanûn, 2024   23:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Der barê bûyerên li Minbic û gundewarê wî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dagir kirine de îro êla Bin Isêd giştînameyek belav kir. Her wiha êlê behsa nebûna ewlehî, kiryarên qetilkirin, dizî û talankirinê kir.

Di giştînameyê de ev tişt hate gotin: "Ji ber xerabûna rewşa ewlehî, belavbûna kiryarên dizî û şêlandinê em bang li tevahî eşîrên li Minbic, gundewar û herêmên derdora gundewarê me dikin ku kesên ji bo dizî, binpêkirina hurmetiya mal û şêlandinê derbasî gundewarên me bibin, kuştina wan helal e."

Ne ji mafê tu kesî yan jî eşîreyekê ye ku daxwaza xwîna wî bike. Ev giştîname ji bo tevahiyan e û ji dîroka wê ve dikeve pratîkê."

(fr)

ANHA