ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-12-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-12-2024
22 kanûn, 2024   02:00

Şêniyên Qamişloyê têkildarî pergala îşkence û qirkirinê ya li girava Îmraliyê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan axivîn û destnîşan kir ku di pergala îşkence û qirkirinê de israrkirina dewleta Tirk a dagirker, israrkirina astengkirina azadiya gel e.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a kantona Dêrazorê ji bo parastina ewlehiya herêmê ji gefên domdar xebat û hewldanên xwe didomînin, dewriyeyan li dar dixin, bersiva giliyên şêniyan didin û bi şev û roj cihê xwe li bendên kontrolê digirin.

Şêniyên Amûde û Qamişloyê diyar kir ku herêm di pêvajoyeke hestiyar re derbas dibe û banga hevgirtinê û yekitiyê li Kurdan kir. Şêniyan got “Ji bo yekitiyê, niha dem hatiye.”

Rojnamevanan destnîşan kir ku rewşa ku Sûriye tê re derbas dibe, di qada ragihandinê de gotinên kîndariyê zêde kirine. Rola rojnamevanan a derxistina rastî û zelaliyê ya sereke ye, divê gel jî agahiyan tenê ji dezgehên fermî yên herêmê bigirin.

Şahidên berxwedana Kobanê ya 2014ˈan diyar kir ku çawa çeteyên DAIŞ`ê li Kobanê têk birin, dê dewleta Tirk û çeteyên wê jî li Kobanê têk bibin.

Rojnameyên erebî di rojevên xwe yên hefteya borî de bal kişand ser vekişîna Rûsyay ji Şamê û tevgera dîplomatîk a Ewropayê ji Şamê re.

Rojnamevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedefgirtina rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Deştan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kir û diyar kir ku ev êriş hewldana nixumandina sûcên ku li herêmê tên kirin. Rojnamevanan got, "Şehadeta hevrêyên me îsrara me ya aşkerakirina heqîqetê dike"

Komîteya Diyaloga Kurdî ya PYNKˋê têkildarî pêşdeçûnên dawîn li Sûriyeyê û rewşa gelê Kurd li hola Parka Azadî ya Qamişlo civînekê li dar dixe. (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Qamişlo cenazeyên 2 şervanên YPJˋê li Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan defin dike. (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Kongreya Îslama Demokratîk der barê hedefgirtina endamekî xwe ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve li ser rêya Hol-Til Birakê de li navenda xwe ya Qamişloyê daxuyaniyekê dide. (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Bajarokê Ebû Feri yê Tirbespiyê yê kantona Cizîrê ji xelkê bajarok re der barê pêşdeçûnên dawîn de li meclisa bajarok civînekê organîze dike. (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Hesekê û gundewarê wî 4 şehîdên YPG û QSDˋê yên di demên cuda de şehîd bûne li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê oxir dike. (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û teqeziya piştgiriya QSDˋê, Meclisa Bajarê Şedadê ji pêş Navenda Ciwanan a bajêr ve meşekê li dar dixe. (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Bajarê Holê yê kantona Cizîrê têkildarî şîrovekirina pêşdeçûnn dawî li qada Sûriyeyê li hola PYDˋê civînekê organîze dike. (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Şêx Murşid El Xeznewî ji bo nîqaşkirina rêbazên yekitiya Kurdî li Sûriyeyê li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê civînekê li dar dixe. (15:30) BI WÊNE Û DÎMEN