El Xetîb: Divê rêveberiya pêvajoya derbasbûnê sûdê ji projeya neteweya demokratîk werbigire

Berdevkê Partiya Sûriyeya Pêşerojê diyar kir ku projeya neteweya demokratîk ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi ser ket gaveke nîştimanî ye dikere bibe nimûneyeke çareseriya berfereh ji krîza Sûriyeyê re.

El Xetîb: Divê rêveberiya pêvajoya derbasbûnê sûdê ji projeya neteweya demokratîk werbigire
28 kanûn, 2024   05:10
REQA
 ENES MIHEMED

Berdevkê Partiya Sûriyeya Pêşerojê Îyad El Xetîb der barê geşedanên li Sûryeyê de ji ajansa me re axivî.

Îyad El Xetîb bi bîr xist ku gelê Sûriyeyê di bin serweriya malbata Esed de 54 salan zilm, kuştin, koçberkirin û girtin dît û da zanîn ku girtîgeha Seydnayayê rastiya zilma malbata Esed a li hemberî gelan nîşan da.

Iyad El Xetîb bal kişand ser wê yekê ku Sûriye piştî rûxandina rejîma Esed derbasî qonaxeke nû ya guhertinên siyasî û civakî bû û der barê destwerdanên derve hişyarî da ku "dibe sedema pêkanîna fitneyê di navbera pêkhateyan Sûriyeyê de."

Berdevkê Partiya Sûriyeya Pêşerojê destnîşan kir ku armanca destwerdana dewleta Tirk ew e ku rewşên Sûriyeyê tê re derbas dibe ji bo berjewndiyên xwe bikar bîne.

El Xetîb diyar kir ku projeya neteweya demokratîk ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi ser ket gaveke nîştimanî ye dikere bibe nimûneyeke çareseriya berfereh ji krîza Sûriyeyê re.

El Xetîb dilgiraniya xwe anî ziman ku rêveberiya Sûriyeyê ya pêvajoya derbasbûyê hîna jî ber xwe dide çareseriya bi darê zorê û tu projeyên ku çareseriyê bînin pêşkêş nake.

Berdevkê Partiya Sûriyeya Pêşerojê Îyad El Xetîb da zanîn ku divê hemû sûriyeyî beşdarî  rêveberiya nû ya welat bibin û got: " Nabe aliyek bi tenê desthilatdariyê bike, bêyî berçavgirtina berjewendiyên pêkhateyên din."

(k)

ANHA