li cîhan û Rojhilata Navîn sala 2024'an

Şerên li Xezayê û Lubnanê, alaziya di navbera Îsraîl û Îranê de, zêdebûna êrişên terorî li hin welatên cîhanê û vegera Trump a li ser desthilata DYAˈyê de jî di nav de, gelek bûyerên girîng li ser asta cîhan û Rojhilata Navîn di sala 2024ˈan de qewimîn.

li cîhan û Rojhilata Navîn sala 2024'an
28 kanûn, 2024   07:10
NAVENDA NÛÇEYAN
GÎVARA ŞÊX NÛR

Şerê li Xezayê di 2023ˈyan de dest pê kiribû di 2024ˈam de jî dewam kir û Lubnanê jî da ber xwe. Îsraîlê hejmarek rayedarên Îran, Hizbullah û Hemasê kirin hedef.  Ev şer veguherî aloziyekê di navbera Îsraîl û Îranê de. Ligel mijulbûna cîhanê bi aloziyên siyasî û leşkerî ve, çalakiyên ˈterorîstˈ li welatên wekî Rûsya, Îran û Pakistanê hebûn. Ji bûyerên din ku îsal rû dane, hin serok û hikumet hatin guhertin. Yek ji wan bûyeran binkeftina AKPˈê di hilbijartinên şaredariyan de li hemberî muxalefetê û serketina Donald Turmp di hilbijartinan de bûn.

BÛYERÊN KU DI 2024ˈAN DE RÛ DANE WIHA NE:

2ˈê çile Tevgera Hemasê ragihand ku cîgirê serokê nivîsgeha siyasî ya tevgerê Salih El Arûrî di êrişa Îsraîlê de li taxên başûrê Beyrûtê hatiye kuştin.

2ˈê çile Erebistana Siûdî tev li Koma BRICSˈê bû.

3ˈyê çile, DYAˈê ji bo dirêjkirina dema hebûna xwe ya leşkerî li Qeterê peymanek çêkir.

15ˈê çile Îranê bi moşekan êrişî gelek deverê li Hewlêrê kirin.

16ˈê çile Îran ragihand ku wê êrişî "Artêşa Edil" ya Pakistanê kiriye.

17ˈê çile ji ber êrişên wê yên li dijî Deryaya Sor, Washingtonê, hûsî xist lîsteya rêxistinên "terorîst".

18ˈê çile Pakistanê êrişî komên çekdar ên dijî Îslam Abadê yên li Îranê kir.

23ˈê çile parlamentoya Tirkiya tevlêbûna Siwêdê ya NATOˈyê pejirand.

28ˈê çile, li Urdunê di êrişeke li dijî baregeheke leşkerî de 3 leşkerên amerîkî hatin kuştin.

31ˈê çile ji ber şerê Îsraîl û Hemasê, DYAˈyê Xeza wekî devereke ku "Jiyan lê nabe" îlan kir.

8ˈê sibatê fermandarekî tûgeya Hizbullah a Iraqê li Bexdayê di êrişeke Amerîkayê de hat kuştin.

16ˈê sibatê siyasetmedarê muxalîf ê rûsî Alexei Navalny li zindana Arktîkê mir.

28ˈê sibatê nûnerên Fetih û Hamasê ji bo avakirina hikumeteke yekbûyî li Moskov civiyan.

28ˈê sibatê Rûsyayê bi tundî bersiva pêşnûmeya Macron a şandina hêzên bejayî bo Ukraynayê da.

5ˈê adarê  Yekitiya Ewropayê pêşniyar kir ku pîşesaziya xwe ya parastinê bi budceya destpêkê ya 1,5 mîlyar euroyî xurt bike.

6ˈê adarê, Neteweyên Yekbûyî ragihand ku sala 2023ˈan ya herî dijwar ji bo koçberan bû.

10ˈê adarê rêxistina El Qaîde ya li Girava Ereb mirina lîderê xwe û hilbijartina lîderekî nû li şûna wî ragihand.

13ˈê adarê Pûtin ragihand ku welatê wî ji şerekî nukleerî re amade ye.

22ˈê adarê DAIŞˈê êrişa dijwar a li Moskova  ya li dijî holekê girte ser xwe.

23ˈê adarê di êrişa Hereket El Şebab a li dijî baregeheke leşkerî ya li Somalî de bi kêmanî 17 kes hatin kuştin.

25ˈê adarê Fransa asta hişyariya li dijî "terorê " bilind kir.

31ˈê adarê Erdogan binkeftina xwe li hemberî muxalefetê di hilbijartinên şaredariyan de aşkera kir.

1ˈê nîsanê Îsraîlê konsolosxaneya Îranê ya li Şamê bombebaran kir.

2ˈê nîsanê Ebdulfetah El Sîsî yê cara sêyem bû serokkomarê Misirê sond xwar.

14ˈê nîsanê Îranê bersiva êrişa Îsraîlê ya li konsolosxaneya li Şamê da.

18ˈê nîsanê DYAˈyê di konseya ewlekariyê de beşdariya tevahî Filistînê ya NYˈyê veto kir.

22ˈyê nîsan Erdogan piştî zêdetirî 10 salan cara yekemîn serdana Iraqê kir.

9ˈê gulanê Pûtîn vekişandina hêzên Rûsyayê ji Ermenistanê qebûl kir.

11ˈê gulanê hikumeta Iraqê ji NYˈyê xwest ku mîsyona xwe ya siyasî heya dawiya 2025ˈan bi dawî bike.

13ˈê gulanê Pûtîn, Wezîrê Parastinê Şoygu ji wezîfeyê dûr xist û li şûna wî Andrey Belousov destnîşan kir.

16ˈê gulanê Washington bi armanca vekişîna hêzên amerîkî dan û standin bi Nîjer re kir.

19ˈê gulanê, televîzyona fermî ya Îranê ragihand ku serokkomar Îbrahîm Reîsî û wezîrê karên derve ji ber ketina helîkopterê jiyana xwe ji dest da.

11ˈê hezîranê bi mijara rewşa mirovî ya li Xezayê civîneke navneteweyî li Urdunê hat lidarxistin.

18ˈê hezîranê Serokê Rûsyayê serdana Koreya Bakur kir û peymana hevkariya stratejîk îmze dike.

5ˈê tîrmehê Partiya Karkeran a Brîtanyayê di hilbijartinên parlamentoyê de piraniya dengan bi dest xist û serokê partiyê Keir Starmer jî  bû serokê parlamentoyê.

6ˈê tîrmehê Mesûd Pizişkiyan di hilbijartinên serokkomariyê yê Îranê de bi ser ket.

8ˈê tîrmehê Amerîka û Nîjer bidawîbûna vekişîna hêzên amerîkî ji baregeha Niamey ragihand.

13ˈê tîrmehê Donald Trump ji hewla kuştinê rizgar bû.

18ˈê tîrmehê Knesseta Îsraîlê biryara redkirina "avakirina dewleta Filistînê" pejirand.

22ˈê tîrmehê serokê DYAˈyê Jeo Biden ji hilbijartinên serokatiyê vekişiya.

30ˈê tîrmehê ji fermandarên Hizbullah Fûad Şikir li başûrê Beyrûtê di êrişe Îsraîlê de hat kuştin.

31ˈê tîrmehê berprisê siyasî û dîplomasî yê Hemasê Îsamîl Heniye li Îranê hat kuştin.

24ˈê tebaxê DAIŞˈê berpirsyariya êrişa bi kêran a li bajarê Solingen ê rojavayê Almanyayê ku di encamê de  hin kes hatin kuştin, girt ser xwe.

4ˈê îlonê serokkomarê Misirê piştî 12 salan serdana Tirkiyeyê kir.

6ˈê îlonê Bexda û Washingtonê li ser plana vekişina hêzên Koalîsyona Navneteweyî ji Iraqê heya 2026ˈan li hev kir.

17ˈê îlonê Pûtîn biryar da ku li hemberî gefên li ser sînor rojava hejmare leşkerên rûs  bike 1, 5 mîlyon.

17ˈê îlonê cîhazên bêtêl ên bombekirî hatin teqandin. Di encamê de bi sedan endamên Hizbullah a Lubnanê hatin kuştin û birîndar bûn.

20ˈê îlonê berdevkê artêşa Îsralê kuştina Îbrahîm Eqîl û bi dehan berpirsên Hêza Ridwan a Hizbullahê ragihand.

20ˈê îlonê li Maliyê di êrişa El Qaîde de zêdetirî 70 kes hatin kuştin.

27ˈê îlonê lîderê Hizbullah a Lubnanê Hesen Nesrallah di êrişeke hewayî ya Îsraîlê de hat kuştin.

30ˈê îlonê artêşa Îsraîlê operasyoneke bejahî li Lubnanê li dijî Hizbullahê da destpêkirin.

1ˈê cotmehê, Îsraîlê ragihand ku Îranê ji bo "Tolhildana" kuştina Îsamîl Heniye û Hesen Nesrallah nêzî 180 moşek avêtine Îsraîlê.

17ˈê cotmehê artêşa Îsraîlê kuştina serokê Hemasê Yehya El Senwar ragihand.

22ˈê cotmehê artêşa Îsraîlê kuştina serokê meclisa rêveber a Hizbullah Haşim Sefyedîn ragihand.

22ˈê cotmehê Hizbullah hewldana kuştina Netanyahu girte ser xwe.

29ˈê cotmehê Neîm El Qasim piştî kuştina Hesen Nesrallah bû lîderê Hizbullah.

6ˈê mijdarê Donald Trump di hilbijartinên serokatiyê yên DYAˈê de bi ser ket.

18ˈê mijdarê Biden destûr da Ukraynayê ku bi moşekên amerîkî li kurahiya Rûsyayê bide.

27ˈê mijdarê agirbest di navbera Îsraîl û Hizbullahê de hat ragihandin.

(bb)

ANHA