Dagirker zeviyên Minbicê dişewitînin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê agir bi zeviyên çandiniyê yên li gundê bi ser eniya şer a kantona Minbicê ve xist, di encamê de bi sedan hêktar şewitîn.

Dagirker zeviyên Minbicê dişewitînin
3 hezîran, 2024   17:46
MINBIC

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê debara xelkê bi şewitandina zeviyên wan dikin armanc.

Navendê anî ziman ku hîna heta vê kêliyê agir bi zeviyên çandiniyê yên gundê Ereb Hesen û Ewn Dadat ên gundewarên Minbicê ketiye û tê de şênî hene.

(fr)