Di êrişa li Dêrazorê de endamekî Hêzên Ewlekariyê birîndar bû

Çekdaran êrişî navendeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li bajarokê Dîban ê Dêrazorê kir, di encamê de endamekî hêzan birîndar bû.

Di êrişa li Dêrazorê de endamekî Hêzên Ewlekariyê birîndar bû
6 tebax, 2025   15:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê êrişa çekdaran li dijî navendeke li bajarokê Dîban ê gundewarê Dêrazorê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin:

"Îro saet 11ˊê sibehê, du terorîstên çekdar ên ku li motorsîkletê siwar bûbûn, li bajarokê Dîbanê yê gundewarê Dêrazorê navendeke hêzên me armanc kirin. Gule rasterast li hêzên me barandin û yek ji endamên me birîndar kirin.

Endamê birîndar tavilê rakirin nexweşxaneyê, di heman demê de hêzên me li herêmê dest bi lêgerîn û şopandina sûcdaran kir. Da ku wan bigirin û radestî dadgehê bikin.

Em, Hêzên Ewlehiya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pabendbûna xwe ya berdewam ji bo parastina ewlehî û aramiya herêmên me piştrast dikin. Ev hewldanên tirsonek dê me ji şopandina her kesê ku cesaret dike destwerdanê li ewlehî û aramiya gel bike dûr nexin. "

(fr)