DYA'yê êrîşên xwe li dijî Îranê berfireh kir

Artêşa DYA'yê ragihand ku weke bersiva li êrişên dawî yên Îranê li ser baregehên wan ên li Rojhilata navîn li gelek hedefên Muxafizên Şoreşê yên li Îranê xistine.

DYA'yê êrîşên xwe li dijî Îranê berfireh kir
30 tîrmeh, 2026   09:31
NAVENDA NÛÇEYAN 

Di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Îranê de rageşî her diçe zêdetir dibe. Artêşa DYA'yê ragihand ku weke bersiva li êrişên roja Sêşemê yên Îranê li ser hêzên Amerîkî li Rojhilata Navîn, wan êrişên hewayî yên berfireh li ser xaka Îranê pêk anîne.

Fermandariya Hêzên Navendî ya DYA'yê (CENTCOM) ragihand ku di çarçoveya operasyonê de li dehan hedefên Muxafizên Şoreşê yên Îranê xistin.

Li gorî daxuyaniya CENTCOM'ê, di êrişan de navendên fermandariya leşkerî, navendên balafirên bêmirov û fuzeyan, sîstemên çavdêriyê û hêzên deryayî û peravî bûne hedef.

Di daxuyaniyê de hate gotin, poerasyon ji bo kêmkirina gefa Îranê û komên wê yên li ser trafîka deryayî ya bazirganiyê û gefên li ser welatên Kendavê hatiye kirin.

Medya ya Îranê jî diyar kir ku êriş li ser bajarê Abadan û Girava Keşmê ya li başûrê welêt hatiye kirin.

Ajansa Nûçeyan a Farsê jî ragihand ku li Girava Keşmê avahiyek bû hedefa êrişa DYE'yê.

Li gorî nûçeyê di êrişê de ji heman malbatê bav, dayik û zarokê wan ê 2 salî jiyana xwe ji dest dan. Her wiha du zarokên 7 û 9 salî jî birîndar bûn.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNA'yê jî diyar kir ku ji bo lêgerîn û rizgarkirina kesên li Girava Keşmê di binê enqazê de mane kar dewam dikin.