DYA’yê dron û keştiyên Hûsiyan rûxandin

CENTCOM’ê ragihand ku wê dronek, 3 keştiyên bêmirov û 2 moşekên ku Hûsiyan avêtibûn, rûxandine.

DYA’yê dron û keştiyên Hûsiyan rûxandin
27 sibat, 2024   12:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Navendî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (CENTCOM) bi daxuyaniyekê ku li ser hesabê xwe yê X’ê weşandiye, diyar kir ku hêzên wê roja duşemê di çarçoveya tedbîrên xweparastinê de 3 keştiyên bêmirov, 2 moşekên li dijî keştiyan û dronek rûxandine.

Li gorî daxuyaniyê, keştî û moşek ji bo ku ber bi Deryaya Sor ve werin avêtin, hatibûn amadekirin û dron jî li asîmanê Deryaya Sor digeriya.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku moşek û balafira bêmirov ên hatin hedefkirin, metirsî li keştiyên bazirganiyê û yên şer ên DYA’yê çêdikir.

)eg)