Dewleta Îranê kolberekî din qetil kir

Tora Mafên Mirovan Kurdistanê ragihand ku hêzên Îranê li ser sînorê Bane êrişî komek kolber kirine û di ecnamê de kolberekî Kurd hatiye kuştin.

Dewleta Îranê kolberekî din qetil kir
27 sibat, 2024   12:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku duh êvarî hêzên Îranê li herêma ser sînorê Bane êrişî komek kolber kirine û di encamê de kolberek Kurd ê xelkê Seqiz ê bi navê Cenfer Ferecye (40) hatiye kuştin.

Di heman daxuyaniyê de hate gotin ku sala borî zêdetirî 30 kolber ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin û nêzî 270 kolber jî birîndar bûne.