Du malbatên ku di hafîzeya civaka Kurdistanê de cih girtin: Malbatên Gulo û Şiblî

Malbata Gulo û Malbata Şiblî ku di oxira doza Kurd de bêsînor fedakarî nîşan dan, bi sekna xwe ya welatparêziyê û israra xwe ya têkoşînê di hafîzeya civaka Kurdistanê de cih girtin.

Du malbatên ku di hafîzeya civaka Kurdistanê de cih girtin: Malbatên Gulo û Şiblî
8 mijdar, 2023   04:37
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Di dirêjahiya dîrokê de û heta niha gelek malbatên Kurd ên xwe dûrî desthilatê û dewletê kirine, xwe ji pêşengtî û serokatiya sexte parastine, bi bandor bûne û di bîra civakê de cih girtine. Nexasim di dîroka Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê de hin malbatan bi hemû derfetên xwe yên madî û manewî piştgirî dane, bê sînor fedakarî nîşan dane, pêşengî kirine û dîmenekî herî xweş ê welatparêziyê nîşan dane. Ji lew re, nav û dengê wan her tim zindî maye. Bêguman ew malbat biqasî welatparêziya xwe bi tacîz û êrişên neyarên gelê Kurd û dagirkerên Kurdistanê re rû bi rû mane.

Mînakên wan malbatan li Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pir zêde û berçav in. Ew ne tenê li Rojava, lê belê li çar parçeyên Kurdistanê bi welatparêziya xwe deng vedane. Ji wana em ê behsa 2 malbatên ji herêma Cizîrê (Malbata Gulo û Malbata Şiblî) bikin.

MALBATA XWEDI 15 CANGORIYAN: MALBATA GULO

Malbata Gulo ku li bajarê Qamişlo bi cih dibe, di dirêjahiya salên dirêj ên tijî têkoşîn de gelek keç û xortên xwe fedayî doza Kurd kirine. Ji wê malbatê 15 jin û mêrên qehreman xwe bi dildarî fedayî axa pîroz kir. 5 şehîdên Malbata Gulo li çiyayên Kurdistanê, 10 şehîd jî li xaka Rojavayê Kurdistanê şehîd bûne.

Herî dawî, 9`ê Mijdara 2021`an ji wê malbatê Apê Yûsif Gulo di encama êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de tevî du neviyên xwe Mezlûm Nûredîn Gulo (40) û Mihemed Mehmûd Gulo (21) li taxa xwe Hilêliyê gihîştin asta şehadetê.

AFRÎNERÊ AŞTIYÊ: APÊ YÛSIF GULO

Bavê Yûsif Gulo, Mihemed Îbrahîm ji ber zilma dewleta Tirk ji gundekî Nisêbînê yê Bakur berê xwe dabû Rojavayê Kurdistanê û li vir bi cih bibû. Apê Yûsif Gulo jî serkêşiya welatparêziyê ji bavê xwe girt. Piraniya emrê xwe di xizmeta doza Kurd de bihurand. Beriya naskirina Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê beşdarî xebatên Partiya Komûnîst a bi serkêşiya Nûrî Ferhan û Cegerxwîn bû. Piştre tev li xebatên Partiya Demokrat bû. Piştî wê jî dibe berprisê komîteya şaxî ya partiyê li Qamişlo. Apê Yûsif di destpêka salên 1960`î de xwest di nava xebatên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de cih bigire, lê ji ber kiryarên partiyê beşdar nabe.

Apê Yûsif sala 1966`an de li mala Apê Yûsif konferansek tê lidarxistin û Partiya Çep li Sûriyeyê tê avakirin. Bi pêşketina Tevgera Azadiya Kurdistanê ya bi pêşengiiya Rêber Abdullah Ocalan re, Apê Yûsif tevî endamên malbata xwe di nava tevgerê de cih digire.

4 sal piştî destpêkirina şerê çekdarî “Pêngava 15`ê Tebaxê (1984)”, kurê Apê Yûsif, Nûredîn Gulo ku bavê 4 zarokan bû sala 1988`an tev li nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû. Piştî têkoşîna 3 salan gihîşt asta şehdaetê. Di merasîma sersaxiya wî de gelek endamên Malbata Gulo biryar da û tev li nava refên Tevgera Azadiyê bûn.

Apê Yûsif cara yekemîn sala 1986`an bi Rêber Abdullah Ocalan re dicive, piştre gelek caran wî dibîne. Malbata Gulo ji ber têkoşîna xwe ji aliyê hikumeta Şamê ve rastî zextan hatine, tevî Apê Yûsif gelek endamên malbatê bi meh û salan di zindanên hikumeta Şamê de mane.

Sala 2003`an Apê Yûsif tevî hin kesên din Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ava kir. Di Şoreşa 19`ê Tîrmehê de jî ji kesên yekemîn e ku komîteya lihevanînê ava kir, bi wê gavê civak û pêkhateyên herêmê yên Kurd, Ereb û Suryan nêzî hev kir, pirsgirêk û nakokiyên ku rêjîma Sûriyeyê afirandibûn çareser kirin. Ji lew re wekî “Afrînerê Aştiyê” hat binavkirin.

Apê Yûsif yê xwedî gotina “Heta avakirina welatekî azad, em çiqasî fedakarî û têkoşînê bikin jî têrê nake” xwedî li gotina xwe derket û heta dema şehadeta xwe di têkoşînê de pêşengtî kir. Gelek endamên Malbata Gulo jî di nava sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê erk û berpirsiyarî hildane ser milên xwe.

MALBATA ŞEHÎDAN “MALBATA ŞIBLΔ

Malbata Şiblî jî ya ku li herêmê wekî “Malbata şehîdan” tê naskirin ji êrişên dewleta Tirk a dagirker bêpar nema. Gelek zarokên malbatê salên dirêj di nava refên Gerîlayên Azadiyê, YPG/YPJ û QSD`ê de têkoşîn dane meşandin.

Cangoriyê Malbata Şiblî jî 7 in, ew di oxira rizgarkirin û parastina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û xeta Tevgera Azadiyê de canê xwe feda kirin. ji malbatê, Şiblî Şiblî sala 1990`î di berxwedana li herêma Heftanînê de, Elî Şiblî sala 1992`yan li çiyayê Agirî, Şaha Seîd Şiblî sala 2004`an li herêms Xinêrê ya li çiyayên Kurdistanê, Ferhad Şiblî (Elî Şiblî) sala 2014`an li navçeya Mebrûka ya Kantona Hesekê, Îsam Şiblî sala 2015`an li Şengalê şehîd bûn. Kurê din ê Malbata Şiblî ku Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû Ferhad Dêrik (Hisên Şiblî) 17`ê Hezîrana 2022`yan di encama êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li navçeya Kilarê ya Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê şehîd bû. Herî dawî di 27`ê Cotmeha 2023`an de ji fermandarên QSD`ê Ferhad Dêrik (Şiblî Şiblî) li ber di êrişa dewleta Tirk a dagirker de li Dêrikê şehîd bû.

Malbata Şiblî ji salên 1980`î ve Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas dike, di nava hemû şert û mercên zehmet ên wê demê de têkoşîna xwe domandiye. Li ser rêya Tevgera Azadiyê û şehîdên xwe bi rê ketine. Li herêmê jî wekî malbata pêşengan û bi welatparêziya xwe bi nav û deng e.

(c)

ANHA