Dosyayên sûcên dewleta Tirk pêşkêşî saziyên navnetewî hatin kirin

Nûnerê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê yê Ewropayê Ebdulkerîm Umer, da zanîn wan dosyayên derbarê êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê, hedefgirtina sivîlan û sûcên wan ên din pêşkêşî saziyên navneteweyî kirine.

Dosyayên sûcên dewleta Tirk pêşkêşî saziyên navnetewî hatin kirin
19 ÇILE, 2025   10:53
NAVENDA NÛÇEYAN 

Ebdulkerîm Umer derbarê mijarê de ji ANHA’yê re axivî û agahî parve kirin. Ebdulkerîm da zanîn ku wan belge û agahiyên derbarê êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, komkujiyên wan ên li dijî sivîlan, hedefgirtina binesazî û saziyên xizmetguzariyê de kom kirine.

Ebdulkerîm Umer, diyar kir ku wan hemû belge wekî dosya amade kirine û pêşkêşî Parlamentoya Ewropayê, saziyên din ên Yekîtiya Ewropayê, Neteweyên Yekbûyî (NY), wezaretên karên derve yên welatên Ewropayê û rêxistinên mafên mirovan kirine.  

Nûnerê Rêveberiya Xweser da zanîn ku ew bi taybetî êrişên dagirkeran ên li ser Bendava Tişrînê û qetilkirina sivîlan rojane wekî dosya pêşkêşî van saziyan hemûyan dikin.

Ebdulkerîm Umer anî ziman ku saziyên pêwendîdar dosyayan werdigirin, lê heta niha helwestek cîdî jî derneketiye holê û bêdengiyek heye.

Li gorî Ebdulkerîm Umer ev bêdengî girêdayî alozî û valahiyên li Suriyeyê, nezelalî û rewşên din ên Rojhilata Navîn e.

Umer got ku ew ê hewldanên xwe hîn bi leztir bidomînin.

(a)

ANHA