Artêşa Îsraîlê: Hemas hîna bendên agirbestê bi cih neanine, em ê êrişan bidominin

Berdevkê artêşa Îsraîlê Danîel Hegarî di civîneke rojnamevaniyê de ragihand, heta ku Hemas pabendî bendên agirbestê nebe, artêşa Îsraîlê dê êrişên xwe berdewam bike.

Artêşa Îsraîlê: Hemas hîna bendên agirbestê bi cih neanine, em ê êrişan bidominin
19 ÇILE, 2025   11:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê artêşa Îsraîlê Danîel Hagarî diyar kir ku Hemasê heta niha peymana agirbestê bi cih neaniye û lîsteya navên rehîneyan nedaye Îsraîlê.

Hagarî anî ziman ku her binpêkirina peymana li Xezeyê dê bi bersivê bê dayîn û got "Artêşa Îsraîlê amade ye agirbestê pêk bîne û amade ye bersivê bide heger Hemasê bendên wê binpê bike."

Artêşa Îsraîlê jî ragihandibû ku peymana agirbestê hîna pêk nehatiye.

Hemasê vê sibehê ragihandibû ku ew ê bendên peymana agirbestê pêk bînin, lê ji ber pirsgirêkên teknîkî radestkirina lîsteya navê rehînên Îsraîlê dereng ket.

Li Xezayê bi ragihandina agirbestê re şahî hatin lidarxistin û bi hezaran filistînî ber bi warê xwe ve bi rê ketin.

(bb)