`Dorpêç didome, pêdiviyên derbas dibin têrê nakin û biha neˊ

Welatiyên li bajarê Kobanê yê dorpêçkirî diyar kir ku Kobanê di bin dorpêçeke giran de ye, "Sebzeyên ku derbasî Kobanê dibin, têra gelê nakin, ji ber biha derbas dibin biha jî tên firotin."

14 sibat, 2026   10:35
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Ji dema êrişên komên hikumeta demkî û yên dewleta Tirk a dagirker li dijî Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêbûne ve, bajarê Kobanê, tevî lihevkirina di navbera QSDˊê û hikumeta demkî de di dorpêçeke giran de ye. Welatî êş û zehmetiyan dikişînin.

Girêdayî mijarê, Hevseroka Desteya Aborî û Çandiniyê ya bajarê Kobanê Sewsen Daban û bazirgan Mihemed Dawûd der barê dorpêça giran a li ser bajêr û sebzeyên ku di rêyên nefermî (Qaçax) re derbasî Kobanê dibin de, ji ajansa me re nêrînên xwe anîn ziman.

` KOBANÊ BÊ SEBZE BÛ`

Sewsen Daban diyar kir ku Kobanê di nava dorpêçeke herî giran de ye, got: "Li Kobanê sebze û pêdiviyên jiyanê nayên peydakirin. Em wek Desteya Aborî û Çandiniyê hewl didin ku em hinek sebze derbasî bajarê Kobanê bikin. Ew sebze jî sebzeyên bingehîn ên ku bi gel pêwîst in."

Sewsen Daban anî ziman ku: "Me hewl da ku em di rêyên nefermî re hinek sebze derbasî Kobanê bikin. Hejmara gelên ku li Kobanê ye, zêdeyî 500 hezar kesî ye, ev sebze têra gel nakin. Sebeze hem kêm in, hem jî ji ber derbasbûna wan di rêyên qaçax re ku pere ji wan distînin bi miqdarek biha tên firotin."

Sewsen diyar kur ku welatiyên li gundewarên rojava û rojhilat ên Kobanê hewl didin di rêyên nefermî re sebzeyan derbasî Kobanê bikin. Sewsen da zanîn ku "Hin Bazirgan jî sebzeyan di rêyên nefermî tînin Kobanê, lê li ser rê gelek pere ji wan distînin heta ku ew sebze derbasî Kobanê dibin. Divê dorpêç rabe, gel di aramiyê de be."

`SEBZE BI MIQDAREKÎ BIHA TÊ FIROTIN`

Bazirganê ji Kobanê Mihemed Dawûd diyar kir ku ew 45 sal e karê firotina sebzeyan dike. Dawûd got: "Kobanê di dorpêçê de ye. Sebzeyên me ji Heleb, Bab, Minbicê di rêyên nefermî re derbasî Kobanê dibin. Dema ku bazirgan sebzeyan tînin li ser rê rastî astengiyan tên, ji her erebeyên mezin hezar û 200 dolar ji wan distînin. Ji ber vê yekê sebzeyên ku derbasî Kobanê dibin bi miqdarekî biha tên firotin. Ev jî dibe sedem ku gel nikaribe sebzeyan bistînin."

(fr)

ANHA