Rojnameyên cîhanê: Peymana QSD’ê û Şamê di nav hevrikiyên Tirkiyeyê, Îran û DYA’yê de

Çavdêran diyar kir ku her çend pêşketin di peymana agirbestê ya QSD û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de çêdibin jî, lê şaşiyên muhtemel gefan li ser peymanê çêdikin. Hate destnîşankirin ku nîşanên guherîneke muhtemel di desthilatdariya Enqereyê de derdikevin hole. Bernameya nukleerî ya Îranê vebijêrka destwerdana leşkerî ji nû ve tîne ser maseya biryardanê ya Amerîkayê.

Rojnameyên cîhanê: Peymana QSD’ê û Şamê di nav hevrikiyên Tirkiyeyê, Îran û DYA’yê de
14 sibat, 2026   11:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Pêşketinên di peymana QSD û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de, geşedanên li Tirkiyeyê û rageşiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê rojevên îro yên rojnameyên cîhanê ne.

‘ŞAŞIYÊN MUHTEMEL GEFÊ LI PEYMANA AGIRBESTÊ YA DI NAVBERA KURDAN Û ŞAMÊ DE DIXWE’

Rojnameya El Şerq El Ewsat cih da peymana agirbestê ya di navbera QSD û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de. Rojnameyê diyar kir ku "Peymana agirbestê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku DYA piştgiriya wê dike, pirsên bêçareserî li du xwe dihêle. Her wiha pêşdebirina peymanê hêza rêveberên nû yên Sûriyeyê ya ji bo pêkanîna îstiqrarê dixe ber ezmûneke dijwar."

Rojnameyê bi bîr xist ku ji endamên Koma Qeyranên Navneteweyî Newah Yûnisî got pirsa gelo dê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) çi qasî hêza xwe biparêzin, hîn jî bê bersiv e. Her wiha anî ziman pêşketinên zêdetir di bicihanîna peymanê de niha senaryoya herî muhtemel xuya dike, lê rîsk hene ku şaşî derdikevin, di encamê de xetereya jinûve destpêkirina rageşiyê derkeve holê."

‘KÎ DÊ CIHÊ ERDOGAN BIGIRE?’

Rojnameya El Ereb bal kişand ser rewşa Tirkiyeyê û wiha nivîsî: “Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan zêdetirî 20 salan e di jiyana siyasî ya Tirkiyeyê de serdest e. Lê axaftina li ser dema serokatiya wî ji bo demeke dirêj wekî tabûyeke siyasî maye. Lê belê, di demên dawîn de nîşanên namzetekî muhtemel ku cihê wî bigire, derketine."

Hate gotin, di pergala siyasî de ku Erdogan lê serwer e û çarçoveya wî ya teng di desthilatê de navê kurê wî yê biçûk Bîlal Erdogan bi rengekî zêde derketiye pêş û wiha hat domandin: "Medyaya fermî êdî çalakiyên kurê Erdogan dişopîne, wekî gera wî ya dubare ya li gel bavê xwe bo derveyî welat. Jê jî hevdîtinên wan bi qralê Erebistana Siûdî Mihemed Bîn Selman re, her wiha serdanên wî yên li Pakistan, Malezya û Qeterê."

Li gorî rojnameyê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyeke ji nîqaşên di hundirê AKP’ê de agahdar e; "mijara veguhastina desthilatê bi awayekî dubare di hundirê partiyê de tê nîqaşkirin. Çavkanî ku nexwest navê xwe aşkera bike, diyar kir ku Bîlal Erdogan tevlêbûna xwe ya qada siyasî nîqaş dike û dibe ku di dema pêş de postekê wergire."

Rojnameyê her wiha destnîşan kir ku "Çavkaniyên di nava partiyê de pêşbîn dikin ku eger Erdogan careke din di hilbijartinan de bi ser bikeve, dê rê li ber kurê xwe veke da ku bi rêya dengdana navxweyî bibe serokê partiyê. Tê tercîhkirin wî ji bo cîgiriya serok tayîn bike. Ev jî posteke destûrî ye, nemaze valahiya cihê serokatiyê piştî îstîfayê pêwîst dike ku di nava 45 rojan de hilbijartin çêbin. Çavdêran hişyarî da ku her çendî mercên navxweyî û navneteweyî guncaw bin jî, lê ev senaryo ne mîsoger in."

‘LEZKIRINA BERNAMEYA NUKLEERÎ YA ÎRANÊ, DESTWERDANA LEŞKERÎ CAREKE DIN TÎNE SER MASEYA BIRYARDANÊ YA DYA’YÊ’

Rojnameya Independent Arabia ragihand ku tevî dan û standinên berdewam ên li Omanê, pisporan rêya pêşerojê wekî tijî zehmetî bi nav dikin. Hate gotin serokê Konseya Têkiliyên Derve Michael Froman piştî êrişên sala borî nivîsand ku "dan û standinên pêşerojê dê bi astengiyên girîng re rû bi rû bimînin. Ji wan astengiyan jî îhtîmala ku Trump helwesta xwe biguherîne yan jî peymanên heyî betal bike."

Di dewama nivîsê de hate gotin: " Bo nimûne, serok Trump sala borî daxwaza xwe ya ji bo hilweşandina tevahî ya bernameya nukleerî ya Îranê anîbû ziman. Lê berî dan û standinên vê  Sibatê  şertên xwe yên di derbarê nebûna çekên nukleerî yên Îranê de nerm kirin. Çileya borî jî ji rojnameya Politico re gotibû, dem hatiye ku li Tehranê li rêbertiyek nû bigere."

Rojnameyê cih da nirxandinên pisporên nukleerî û ev tişt diyar kir: "Pisporên nukleerî dibêjin ku dê Îran jihevxistina tesîsên xwe yên nukleerî bi temamî red bike, nemaze ku bernameya nukleerî bûye yek ji kaxezên hêza jeosiyasî ya Tehranê, bi taybetî piştî ku hêza wê ya bi rêya wekîlan li herêmê bi paş de ketiye."

(bb)