HRANA: Heya niha 7 hezar û 8 kes hatine kuştin

Li gorî HRANA’yê heya niha li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, zêdetirî 7 hezar kes hatine kuştin.

HRANA: Heya niha 7 hezar û 8 kes hatine kuştin
14 sibat, 2026   10:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA), derbarê kesên heya niha li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, di dema xwepêşandanan de hatin qetilkirin, daxuyaniyek belav kir.

Li gorî HRANA’yê ji roja xwepêşandan destpêkirine heya niha 7 hezar û 8 kes hatine qetilkirin. Herwiha 53 hezar û 334 xwepêşander jî hatine binçavkirin û 25 hezar 845 xwepêşander jî birîndar bûne.

Li gorî heman çavkaniyê ji hejmara kesên hatine kuştin, 6 hezar û 509 kes xwepêşanderin, di nava wan de 219 jê zarokin. Herwiha 214 kes jî ji hêzên girêdayî rejîmê mirine. Herwiha 11 hezar û 51 kes ji bo îfadeyê hatine bangkirin.

Di raporê de hate diyarkirin ku hêzên rejîmê ji bo tepisandina xwepêşandanan û ragihandina navbera xwepêşandêran înternet birîne û SIM kartên wan bloke kirine.