Dîmenek ji nexweşxaneya di bin bombebaranê de 

Komên çete yên Hikûmeta Demkî ya Suriyeyê bi tang û topan êrişî Nexweşxaneya Xalid Fecir dikin. li hundirê nexweşxaneyê jî, zarok, jin û nexweş hene.

 Dîmenek ji nexweşxaneya di bin bombebaranê de 
9 ÇILE, 2026   19:07
HELEB 

Komên çete yên ku dewleta Tirk destekê dide wan, êrişên xwe yên li ser taxa Şêxmeqsud didomînin. Çete herî zêde jî nexweşxane û welatiyan dikin hedef. 

Yek ji cihên ku ev 2 rojin bûye hedefa êrişan jî, Nexweşxaneya Xalit Fecir e. Nexweşxaneya ku şevê din 4 caran hat bombebarankirin, îşev careke din bû hedefa topbaranê.

Di dîmeneke ku ji hundirê nexweşxaneyê hatiye kişandin de, tê dîtin ku gelek nexweş hene, her wiha malbatên nexweşan ên wekî zarok, jin û pîr jî hene. Di rewşek wiha de çete êrişên xwe didomînin.

(ekip)

ANHA