Ji Nexweşxaneya Xalid Fecir banga lezgîn

Bijîşkê Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a taxa Şêxmeqsûdê Welat Mamo bangek lezgîn kir û got divê demildest êrişên li dijî sivîl û nexweşxaneyê rawestin û bang li rêxistinên navneteweyî kir ku parastina şêniyan bikin.

Ji Nexweşxaneya Xalid Fecir banga lezgîn
9 ÇILE, 2026   19:11
HELEB

Bijîşkê Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a taxa Şêxmeqsûdê Welat Mamo diyar kir ku ji duh ve 6 car in nexweşxane tê topbarankirin, divê demildest êrişên li dijî sivîl û nexweşxaneyê rawestin, her wiha bang li rêxistinên navneteweyî kir ku şêniyan biparêzin.

Welat bangek lezgîn ji bo parastina nexweşxane, birîndar û xebatkaran kir.

Komên çete yên hikumeta demkî Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir weke hedefek leşkerî îlan kiribû, ev jî delîlekê aşkera ya pêkanîna komkujiyan e.

Nûçegihanê me ji taxê diyar kir ku nexweşxane cara 5ˊan jî bi dijwarî hat topbarankirin.

(fr)

ANHA