Dîmenê operasyona şoreşgerî ya li Zapê

Gerîla TV dîmenê Operasyona Şoreşgerî ya ku 12'ê Çileya 2024'an ya Şehîd Helmet Dêreluk li Zapê pêk anî bûn weşand.

Dîmenê operasyona şoreşgerî ya li Zapê
19 ÇILE, 2024   12:13
NAVENDA NÛÇEYAN 

Gerîla TV dîmenekî ji 6:30 deqeyî yê operasyona şoreşgerî weşand. Tê texmînkirin ku dîmenên hîn berfireh wê rojên bê werin weşandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihandibû ku di Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Helmet Dêreluk de ya li Zapê herî kêm 61 dagirker hatin cezakirin û gerîla çûn ser 20 cenazeyên leşkeran.

Di vê operasyonê de 4 dagirker birîndar bûn, bi dehan çek û malzemeyên leşkerî hatin desteserkirin û çekên mayî jî hatin şewitandin û îmhakirin.

Di dîmen de tê dîtin bê gerîla çawa dikevin nava çeperên dagirkeran û agir bi çeperan dikevin. Her wiha diyaloga gerîla jî di dîmen de tê bihîstin. Di dîmen de malzemeyên leşkerî yên hatin desteserkirin jî bal kişandin.