Cizîr amadekariyên meş û mitînga mezin dike

Li gelek bajar, navçe û bajarokên Kantona Cizîrê amadekariyên meş û mitînga ku dê 21`yê Çileyê li Qamişlo bê lidarxistin tên kirin.

Cizîr amadekariyên meş û mitînga mezin dike
19 ÇILE, 2024   12:07
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Di salvegera damezrandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk (21`ê Çileya 2014), li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker, bi mebesta parastina destkeftiyên gelan wê meş û mitîng were lidarxistin. 

Meş û mêting wê ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê ve 21`ê Çileyê saet 11:00`an bê lidarxistin. Meş dê ji Çerxerêya Osman Sebrî dest pê bike û li stadyuma Şehîdên 12`ê Adarê veguhere mitîngê. Di mitîngê de wê li ser navê Rêveberiya Xweser, Kongra Star û Meclisa Malbatên Şehîdan axaftin bên kirin.

Amadekariyên mitînga ku tê hedefkirin sed hezar kes beşdar bibin, li gelek bajar û navçeyên Cizîrê didomin.

Endamê Komîteya Amadekar Hozan Mejdo têkildarî bernameyê agahî dan ANHA`yê. Mejdo da zanîn ku meş û mitîng bi dirûşmeya “Bi rihê gelê şoreşger em ê dagirkeriyê têk bibin şoreşa xwe biparêzin” tê organîzekirin. Mejdo anî ziman ku ji bilî navenda Qamişlo, wê ji navçeyên Amûdê, Tirbespiyê, Çilaxa, Girkê Legê, bajarê Dêrikê, navçeyên Til Hemîs û Til Koçer jî gelek kes tevlî meşê bibin.

Hozan Mejdo got ku wan partiyên siyasî, sazî û rêxistinên civakî jî vexwendine.

BELAVOK TÊN BELAVKIRIN

Li gorî Hozan Mejdo ji amadekariyên tevlêbûna meş û mitîngê li bajar, navçe, bajarokan jî komîte hatine avakirin, taxan civînên gel tên lidarxistin û ji bo xwegihandina hemû ferdên civakê serdana malan tê kirin.

Sibe (20`ê Çileyê) jî wê belavokên banga beşdariya mitîngê bên belavkirin. Her wiha dê li kolanên bajar û navçeyan jî bi seyareya anonsê bang bê kirin.

Hozan Mejdo destnîşan kir ku ewê dijî hemû êrîşên dagirkeriyê ku sîstema xweseriyê û binesaziya herêmê dikin hedef peyama mezinkirina têkoşînê bidin. Mejdo banga beşdariyê li tevahiya gel û pêkhateyan kir.

(a)

ANHA